ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-16 09:00:09   *  Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Prz. Cengîz Çîçek, bal kişand ser gotina Ocalan a Hevsengiya Rojhilata Navîn li ser “Bêstatuya Kurd" hatiye avakirin û wiha got: "Brêz Ocalan dixawez siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyê hemû gelan biguherîne pêş dixe. Ocalan bi hişmendiya çîroka dîrokî ya 'Tu dê destûr nede ku li ermeniyan bixin' tev digere."    * Hevserokê Şaxa SES a Edeneyê Murşît Enîs Akyuz, anî ziman ku hikûmet ji bo sermayeyê bide ser hev gavên ji bo "asayîbûnê" davêje û got, ev jî dibe sedema talûkeyên pir mezin.    * Darên li derdora qaleqolên li herêma Çiyayê Cûdiyê tên birîn. Cerdevan, rojê nêzî 100 ton dar dibirin.    * Rojnamevan M. Ender Ondeş, ji bo doza "MÎT"ê ku der barê rojnamevanan de hatiye vekirin destnîşan kir ku, ev doz ji bo bêdengkirina rojnamevana ye û got, gotina "raza dewletê" ji bo ser polîtîkayên şaş bên girtin tê bikaranîn.    * Karkerên ku ji bo debara xwe bikin didin ser rêyan, gava diçin cihê ku dê lê bixebitin jî di şert û mercên zehmet de dijîn. Yek ji van deverên ku karkerên demsalî hatinê jî Taxa Kesîkkopruyê ye. Li vira karker di konên 20 metrekarî de dijîn û her wiha ne av, ne ceryan û ne jî paqijî heye.    * Hevserokê Giştî yê DAD'ê Mûsa Kûlû, anî ziman ku êrîşa li ser goristanan şermeke pir mezin e û got: "A rast tişta perçe dikin ne gor in, mirovahî ye."    * Koordînatorê CÎSST'ê Hîlal Vaşak Demîrbaş, anî ziman ku di pêvajoya şewbê de tedawî sekinîne û got, girtiyên nexweş û yên fi koma xetereyê de ne jî divê li malê bên tedawîkirin.    * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, dê têkildarî tayînkirina qeyûman li avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)   * Dayikên Şemiyê, dê çalakiya xwe ya lêgerîna aqûbeta windayan di hefteya 790'an de li ser hesabê medya civakî berdewam bike. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, dê di hefteya 425'an de çalakiya Rûniştina F berdewam bike. (13.30)   * Xizmên windayan û şaxa ÎHD'ê ya Amed û Êlihê dê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 588'an de çalakiya xwe li ser medya civakî bi video berdewam bike û aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * TJA, dê êrîş û tindiya li ser jinê li pêş Otela Prestij bi daxuyaniyekê şermezar bike. (13.00)