KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye 2020-05-16 09:23:11   AMED - Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) têkildarî roja Cejna Zimanê Kurdî peyamek weşand û got "Ziman mafekî xwezayî ye. Xwedî derketina li vî mafî û sekna li hember her cure êrîş û polîtikayên pişaftinê ji peyvireke olî, axleqî û mirovahî ye."    Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî peyamek weşand. KÎD'ê di peyamê de cejna gelê Kurd û hemû gelên ku zimanê wan bi tunebûnê re rû bi rû ye pîroz kir û xwest her kes li zimanê zikmakî xwedî derkevin.    Peyama KÎD'ê ya ji bo Cejna Zimanê Kurdî wiha ye:    Îro roja zimanê Kurdî ye. Li zimanê xwe xwedî derkevin.    "Afirandina erd û ezman, cudakirina zimanên we jî nîşaneyên xwedê ye. Bêguman di wê de ji bo mirovên zana ders û îbret hene. (Sure Rum/22", "Me pêxemberek bes bi zimanê gelê wî şand da ku ji wan re (bi zimanên wan fermanên xwedê) aşkere bike. Vêca xwedê kê bi vê jî rê derdixe û kê bi vê jî tîne rast, ewe yê Ezîz yê Hekîm e,"     ZIMAN RUH E, AZADÎ BEDEN E   Em wekî Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) banga me ji gelê Kurd re eve: Di serî de dayik, bav û hemû gelê Kurd, bila di nava xwe de bi zimanê dayikê biaxivin, binivîsin û bixwînin. Ziman Rih e, azadî beden e. Ger ku ruh ji laş qut bibe, beden dimire. Hebûn û rûmeta neteweyekî bi zimanê wî ve girêdayî ye. Banga me ji hemû rewşenbir, wêjevan, oldar, siyasetmedar, partî, Komel û saziyên Kurdan re ku bi hemû kar, xebat, têkilî, dan û stendinên xwe de bi zimanê dayikê bixaivin.    Bang û daxwaza me ji rêvebir û rayedarên dewletê re ewe. Bila dev ji înkar, qedexe û polîtikayên pişaftinî yen li ser zimanê Kurdî berdin. Ev polîtîkayên ku li ser zimanê Kurdî têne meşandin, di ola îslamê de guhenekî mezin e û di heman demê de sûcekî mirovahiyê ye.    Wek Kongreya Îslama Demokratîk, daxwaza me bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde û yê fermî. Bila bi fermî saziyên zimanê Kurdî werin damezirandin. Bila li hemû qadên jiyanê ku pêwistî pê heye bi awayekî fermî zimanê Kurdi were axaftin. Bila qedexekirin, zext, û zordariya li ser ziamanê Kurdî delimdest were rakirin. Neteweya xwe mirov hilnabijêre. Lê ola xwe mirov hildibijêre. Ziman nasname ye, rûmtea mirov û netewe ye. Mafeki xwezayî ye. Xwedî derketina li vî mafî û sekna li hember  her cure êrîş û polîtikayên pişaftinê ji peyvirekî olî ye, axleqî ye û mirvahî ye. Wekîe DİK'ê em roja zimanê dayike li gelê Kurd, li gelên ku zimanên wan li ber windabûnê rû bi rû ye û li hemû mirovahiyê pîroz dikin.    Kongreya Îslama Demokratîk."