Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû 2020-05-16 12:06:29 AMED - Koordînasyon Qeyranê ya Herêmê ya Kovid-19, rapora heftane aşkere kir û diyar kir ku di pêvajoya Vîrûsa Corona de tundiya li dijî zarok û jinan zêde bûye.    Koordînasyona Qeyranê ya Herêmê ya Kovid-19, têkildarî bandora vîrûsa corona daxuyaniyek nivîskî da. Koordînasyonê diyar kir ku di pêvajoya şewba (Covît-19) de tundiya li dijî zarok û jinan zêde bûye û wiha got: "Ji ber newekheviya zayendiya civakî, cudakariya di nava çînan de hatina mirovan jî ne wekhev e. Ji ber van newekheviyan bandora vîrusa corona bêtir li ser civakê heye. Van şertan de ketina hundirê malê û tecrîdkirin bêtir tundiya li dijî zarok û jinan zêde kiriye.    Beriya pêvajoya şewbê amûrên parastina jinê û amûrên li dijî tundiyê zêde nedihatin bikaranîn. Dewletê tu carî li dijî tundiya li huntirê malê tedbîrên têr û çareseriyê negirt. Bi taybetî piştî vîrûsa corona ev tundiya di navöa malê de li dijî zarok û jinan zêdetir bû."    GELEK MÊRÊN HATIN BERDAN DÎSA JIN Û ZAROK KUŞTIN   Koordînasyonê bal kişand ser zagona înfazê jî û wiha lê zêde kir: "Di vê pêvajoyê de yek mijara ku rê li pêş tundiyê vekir jî zagona înfazê bû. Ev li tevahiya welat bûye sedema tirsê û panîkê. Gelek mêr piştî hatin berdan dîsa dest bi tundtiyê kirin  û jin û zarok kuştin. Zagon bi awayekî li dijî rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn û Peymanên Navneteweyî hat erêkirin. Vê yekê mecrûtiya edaletê xera kir.    ÎQTÎDAR DIXWAZE ZAROKAN BI ÎSTÎSMARÊ RE RÛ BI RÛ BIHÊLE     Koordînasyonê bal kişand ser hewldanên îqtidarê yên pêşnûnaya zagona zewaca di temene biçûk de û wiha bi dawî kir: "Îqtîdar 4 salin vê mijarê diguherîne û tîne pêşberî cemaweriyê. Bi vê pêşnûmayê dixwaze zarokan bi îstîsmarê û zewaca zû re rû bi rû bihêle. Bi zewaca zarokan dixwaze faîl biparêzin. Zarokeki kêmî 15 salî tu carî ji îstîsmarê razî nabin. Riza nîşan bidin jî ew vîna ku karibe biryarê bide hêj ne pijiya ye. Ev nayê qebûlkirin."