Esker li Licê derketin operasyonê 2020-05-16 12:09:57   AMED - Li Navçeya Licê ya Amedê esker derketin operasyonê.    Li Gundên Banê Dêran, Hezmaz, Sisê û mezra Eloxuşo yên Navçeya Licê ya Amedê esker derketin operasyonê. Eskerên ku li gundan derketin operasyonê, li ser rêyan nokteyên kontrolê danîn. Operasyona eskerî ya li gundan û kontrola ser rêyan didome.