Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan 2020-05-16 12:31:41   ÎZMÎR - Li Girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê Bayram Sevgîn bi rêya malbatê agahî da û diyar kir ku gardiyanan li wî û 4 hevalên wî îşkence kiriye. Dayika Bayram Ayşe Sevgîn diyar kir ku 3 pêlav ji kurê xwe re şandin, lê pêlav perçe kirin û dan wan.      Bayram Sevîn ê 5 salin li Girtîgeha Bunyan a Qeyseriye ye bi rêya malbatê diyar kir ku gardiyanan îşkence li wan kiriye. Sevîn anî ziman ku gardiyan li wî û 4 hevalên wî îşkence kirine. Sevîn diyar kir ku wî û hevalên xwe di 25'ê Sibata 2020’an de dest bi rojiya mirinê kiribûn û piştî rayedaran soz da wan ku daxwazên wan pêk bînin dest ji daxwazan berdan. Malbata Sevîn a li Navçeya Turgutlu ya Manisayê dijîn bal kişand ser sextên li girtîgehê. Dayika Bayram Sevgîn Ayşe Sevgin, diyar kir ku kurê wê bi telefê bi wê re axivî ye û wiha got: "Kurê min got gardiyanan li wî û 4 hevalên wî îşkence kirine. Ez ji tenduristî û jiyana kurê xwe bi fikar im. Kurê min û 4 hevalên xwe ji ber ku neheqî qebûl nekirine gardiyanan li wan xistine."   SOL PERÇE KIRIN Û DAN WAN    Dayik Ayşe Sevgîn, diyar kir ku 3 pêlav ji kurê xwe re şandine û lê rayedarên girtîgehê pêlavên ku şandine perçe kirine û dane kurê wê. Kurê min tu carî neheqiyê qebûl nake. Gardiyan bê navber bi ser qawîşên wan de digirin û îşkenceyê li girtiyan dikin. Çi heqê wan heye.    Xwişka Bayram Emîne Sevgîn jî anî ziman ku ji ber birayê wê 3 hefteyan li wan negeriya li rayedarên girtîgehê geriyan û sedema wê pirsîn, lê rayedaran jî gotiye 'ew naxwaze derkeve' û wiha got: "Lê em fêr bûn ku birayê min xistine hucreyê. Rastî îşkenceyê hatiye. Herî dawî li gel 4 girtiyên siyasî avêtin hucreyê. Ger ku tiştek bê serê birayê min berpirsiyar rêveberiya girtîgehê ye. Em bang li hemû cemawerî û parazvanên mafên mirovan dikin ku bêdeng nemînin.