Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin 2020-05-16 14:04:56   STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 790'an de çalakiya xwe berdewam kirin û ji bo Hasan Ocak ê di sala 1995'an de hat kuştin cenazeyê wî li goristana bêkesan hat dîtin edalet xwestin. Dayika Aştiyê Emîne Ocak xwest goristanên hemû kesên hatin windakirin bên dîtin.       Dayikên Şemiyê ji bo kesên di bin çavan de hatin windakirin bên dîtin lêgerîna xwe ya edaletê berdewam kirin. Dayiken Şemiyê di hefteya 790'an de dîsa ji ber şewba vîrûsa corona (Kovid-19) çalakiya xwe li ser medya civakî berdewam kirin. Vê hefteyê ji bo Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995'an de hat windakirin û cenazeyê wî di nava goristana bêkesan de hat dîtin edalet xwestin. Dayika Hasan Ocak Emine Ocak diyar kir ku 25 salin ji bo kurê xwe li edaletê digerin û wiha got: "Em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Em dixwazin gorên her kesî bên dîtin."    Birayê Hasan Ocak Huseyin Ocak jî bang li rayedarên dewletê kir û xwest kujeran neparêzin û wiha got: "Rastiya xwe qebûl bikin. Hesap ji paşeroja xwe bipirsin û hesap bidin. Civakên ku hesap ji kiryarên xwe dipirsin û hesap didin azad û di nava aştiyê de dijîn."    Xwişka Hasan Ocak Maside Ocak jî wiha got: "Waliyê Stenbolê Hayri Kozakçioglu, belgeyên di destê xwe de nîşan dan û got 'Kurê we ji bo dewletê kesê lêgerîna wî heye' Ev agahî piştre bi Midûrê Polîsan ê Stenbolê û Wezîrê Karên Hundir Nahit Menteşe re hat parvekirin. 25 sal in kujerê ku Hasan binçav kirin û kuştin tên parastin. Dixwazin Hasan wekî sucdar nîşan bidin."     Vê hefteyê Xwarziya Hasan Ocak Dîlcan Acer daxuyanî xwend. Acer, xwest ev bê hiqûqîya 25 salan bi dawî bibe û wiha got: "Li navçeya Avcilar a Stenbolê di 21'ê Adara 1995'an de li dayika xwe geriya û gotibû 'Ez ê ji bo şîva êvarî masiyan bînim' Lê ne wê şevê û ne carek din êdî nehat. Şahidan diyar kirin ku Hasan Ocak birine Şaxa TEM'ê ya  Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Malbata Ocak serî li gelek cihî dan. Lê encam negirtin. Neaşê Hasan Ocak piştî 58 rojan li Goristana bêkasan a Altinşehirê hat dîtin. Bi îşkenceyê hatibû kuştin. DMME'ê Tirkiye sucdar kir.    Lê dozger hêj tenê bi nivîsan lêpirsînê berdewam dikin. Em Edaletê dixwazin. "