Li Îdir û Amedê qeyûm şermezar kirin 2020-05-16 14:47:27 ÎDIR/AMED - Rêxistina HDP’ê û Platforma Ked û Demokrasiyê li Îdir û Amedê tayînkirina qeyûm a 5 şaredariyên HDP'ê şermezar kirin.   Piştî Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînisê bertek û nerazibûn didomin. Li Îdirê Rêxistina HDP'ê li pêş avahiya xwe daxuyanî da. Parlamenterên HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir, Mahmut Togrul, Şevin Çoşkun, Muazez Orhan Işık, Tayyip Temel û Habip Eksik û gelek rêveberên HDP'ê beşdarî çalakiyê bûn. Koma ku li pêş avahiya HDP'ê hatin cem hev, xwestin heta Şaredariya Îdirê bimeşin. Lê polîsan li ser Kolana Cumhuriyetê rê li pêş komê girt û destûr nedan bimeşin. Li vir Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, bertek nîşan da û got: "Di hilbijartinê de hemû partî li hemberî me bûn yek. Lê nekarîbûn şaredariyê bi hilbijartinê bistînin. Lê niha bi darbeyê dest datîne ser şaredariyê. Me şaredariya gel, jin, ciwan û pir zimanî ava kir. Lê qeyûm ji bo talankirin û wêrankirinê hat tayînkirin."    Komê jî li vir dirûşmeya “Qeyûm darbe ye" berz kir û dîsa heta avahiya HDP'ê ya Îdirê meşiyan.   AMED    Li Amedê jî Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê daxuyanî da û diyar kir ku qeyûm darbeya li dijî vîna gel e. Platformê anî ziman ku di pêvajoya şewba Covid-19 ku bandorê li ser hemû cîhanê dike, îqtîdara AKP-MHP'ê bi pêkanînên dijdemokratîk dest datîne ser rêveberiyên herêmî û qeyûm tayîn dike.