Parêzvanên mafên mirovan: Şewb veguherandina tolhilgirtinê 2020-05-17 09:00:34   STENBOL - Parêzvanên mafên mirovan, anîn ziman ku îqtidar şewb li dijî girtiyan wekî "amûra tolhilgirtinê" digirin dest û xwestin girtiyên nexweş bên berdan.    Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkiyeyê 457 jê giran hezar û 333 girtiyên nexweş hene. Çendî ku Saziya Tiba Edlî der barê van girtiyan de rapor amade kirine û gotiye nikarin di girtîgehê de bimînin jî, lê belê dîsa jî daxilî nav qanûna nû ya înfazê nehatin kirin. Parêzvanên mafên mirovan anîn ziman ku bi qanûna înfazê ya nû re şert û mercên girtiyên nexweş zehmetir bûne û bi vî awayî tam bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Parçzvanên mafên mirovan bang kirin û xwestin girtiyên nexweş bên berdan.    BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ HATINE HIŞTIN    Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî, anî ziman ku her diçe rewşa girtiyên nexweş xirabtir dibe û got, mafê tedawiyê yê girtiyan têbinpêkirin, di dema tedawiyê de muayeneya bi awayê kelemçekirî hwd. tên ferzkirin. Yolerî, diyar kir ku bi şewbê re pirsgirêk zêdetir bûne û got: "Hema bêje çûyîna cem bijîşkê revîrê, sewqên ji bo nexweşxaneyê bi temamî hatien sekinandin. Berê jî pirsgirêkên di warê tedawiyê de hebûn, lê belê niha îhtimala tedawiyê jî nemaye. Yanî girtiyên nexweş hem bi nexweşînê re hem jî bi şewbê re rû bi rû hatine hiştin. Neberdana wan tê wateya ku wan bi mirinê re rû bi rû dihêlin."    BI ÇAVÊ DIJMINA NÊZÎ WAN DIBIN    Yolerî, anî ziman ku ji ber sedemên siyasî dewlet bi çavê dijmina li girtiyan mêze dike û got, nedaxilkirina girtiyên siyasî ya nav qanûna înfazê nîşaneya "hiqûqa dijminatiyê" ye. Yolerî bang li rayedarên dewletê kir ku hem girtiyên siyasî hem jî girtiyên nexweş ên di koma xetereyê de ne demildest bên berdan.    Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Şebnem Korûr Fîncanci, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê kesên muxalif hemû bi "terorê" tên sûcdrkirin û girtin û got: "Gava kesekî muxalif serokomar an jî hikûmetê rexne bike bi 'terorê' tê sûcdarkirin. Ji ber vê girtiyên nexweş jî daxilî nav qanûna înfazê nehatine kirin û nayên berdan."    VEGUHERIYE AMÛRA TOLHILGIRTINÊ    Fîncanci, anî ziman ku îqtidar tolê ji kesên muxalif digire û got: "Li gor daneyên ÎHD'ê 457 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene. Ên bi şewba Covîd-19'yê ketine jî daxilî nav vê hejmarê hatin kirin. Yanî niha em nizanin ev hejmar tam çi qas e. Ev jî fikarên me zêdetir dike. Gava em li rewşa girtiyên nexweş mêze dikin, em dibînin sûcê mafê binpêkirina jiyanê tê kirin. Dibe niha wiha xuyan neke, lê wê di pêşerojê de ev yek wekî sûcê binpêkirina mafê jiyanê esas bê girtin."   MA / Erdogan Alayûmat