Êrîşa li ser goristana perçeyek ji feraseta 'bila kurd dayika xwe nebîne' ye 2020-05-17 09:01:48   AMED - Endama MEBYA-DER’ê Ayşe Çelîkbîlek ji bo êrîşên li ser goristanan anî ziman ku ji ber ku goristan bîr, dîrok û paşeroja civakê ne êrîş dikin û got: “Li dijî hovîtî û pêkanînên derveyî mirovahiyê divê civak, rêxistinên saziyên sivîl û dînî bertek nîşan bidin û têbikoşin.”   Êrîşa li dijî goristan û cenazeyên PKK’iyan berdewam dikin. Endama Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) Ayşe Çelîkbîlek, der barê êrîşên goristanên li Wan, Mûş, Farqîn, Gever, Hezex û Çewligê axivî.    ‘ÊRÎŞ BÊÇARETIYA PERGALÊ DIDE NÎŞANDAN’   Çelîkbilek, bîbir xist ku êrîşên li ser goristanan hê jî tên kirin û got: “Vê dawiyê li gelek bajaran êrîş li ser goristanan hatin kirin. Di vê derê de bêçaretî û xitimandina pergalê derdikeve holê. Em dibînin ku pergal çareyê di dijberiya civakê de dibîne, ev jî encama xitimandina wê ye. Zêxt, îşkence û tundiyeke li dijî nirxên civakî ye. Ev pêkanînên li dijî mirovahiyê wijdana hemû mirovan birînî kir. Em bi êrîşeke ku ne di civakê, ne di dîn, ne di mafê mirovan û ne jî di qanûnan de heye rû bi rû ne. Dibêjin ‘em êrîşeke çawa bikin?'"    Çelîkbîlek, da zanîn ku dewletên hegemon ji bo ku li ser piya bimînin êrîşî nirxên civakê dikin û got: “Ev ne êrîşeke nû ye, bi sedan sal in tên kirin. Ev êrîş di encama hişmendiya ‘bila kurd dayika xwe nebînin' derdikeve holê. Dayikên ku bi sala ne têkoşîna ji bo dîtina gorên zarokên xwe dikin, niha li ser gorên zarokên xwe nobetê digirin.”   KONSEPTA ŞERÊ TAYBET   Çelîkbîlek, anî ziman ku êrîşa goristana konsepteke şerê taybet e û got: “Dixwazin civakê bêvîn bihêlin. An ku ji malbatekê re here bêje ‘Tu dê biçî gora zarokê xwe bişkînî, tu neşkênî ez ê bişkînim, tundiyê û îşkenceyê bikim.’ Pirsgirêk ne nivîsên tîpên kurdî, al û wêne ne. Ev nebin jî dîsa dê êrîş bikin. Ji ber ku goristan bîr, dîrok, paşêroja civakê ne. Erîşa li ser goran, encama têkoşîneke ku bedel hatine dayîn nîşan dide. Ji bo ku malbatan ji van nirxan veqetînin bi destê wan didin şikandin. Berê wan dişkandin, niha bi destê malbatan didin şikandin. Niha jî ji malbatan re dibêjin ‘hûn ê gorê bişkînin, wêneyên wê bikişînin û ji me re bişînin.’ Ev dê di malbatê de psîkolojiyeke çawa bide jiyîn. Pêşerojê ew malbat dê bêjin ‘min bi kîjan wijdanê, gora zarokê xwe şikand?’  Ne em ne jî malbat nikarin vê tiştî bi nav bikin.”   Çelîkbîlek, anî ziman ku wek MEBYA-DER dê têbikoşin li dijî êrîşên goristanan û got: “Em bi malbatan re jî diaxivin. Di aliyê hiqûqî de jî û di qada navneteweyî de jî em ê bitêkoşin. Niha xebatên me didomin. Malbatên ku serî li saziyan dayî hene. Malbata li Geverê serî lê da. Me wek MEBYA-DER bi ÎHD’ê û OHD’ê re komîsyonek ava kir. Em ê piştevaniya malbatên xwe bikin.”    Çelîkbîlek, bang kir ku saziyên dînî, rêxistinên saziyên sivîl û civak li dijî van êrîşan bertek nîşan bidin û got: “Li dijî hovîtî û pêkanînên derveyî mirovahiyê em bertekên xwe nîşan bidin. Divê em li dijî vê yekê bisekînin û têbikoşin. Bi taybetî jin, kesên ku mafên mirovan diparêzin û yên dibêjin em mirov im vedixwînim ku bi malbatên ku gorên zarokên wan hatî şikandin re piştevaniyê bikin. Hemû civakê jî vedixwînin ku li dijî van pêkanîna dengê xwe derxînin.”