Endamên OSO li Serêkaniyê 2 sivîl kuşt li Eyn îsa dexil şewitad 2020-05-17 10:41:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên OSO ya girêdayî TSK'ê li Bajarê Serêkaniyê ya Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê 2 welatiyên sivîl kuştin. Li herêma Eyn Îsa jî agir bi zeviyên çandineyê yên dexilê ceh û genim xist.    Endamên OSO yên girêdayî TSK'ê û eskerên TSK'ê, di 9'ê Cotmeha 2019'an bi tang, top, balafirên şer û çekên giran êrîşî Serêkaniyê kirin û li wir bi cih bûn. Piştî welatiyên Serêkaniyê ji ber êrîşên giran Serêkaniyê vala kirin, komên OSO li herêmê bi cih bûn û êrîşî welatiyan dikin. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku welatî Mihemed Xidir Hisên û Ziyab El Elî yênr ji bajarê Reqayê dihatin û diçûn Serêkaniyê, li gundê Qeşka li noqteya kontrolê ji aliyê  endamên OSO ve hatin kuştin.    LI EYN ÎSA ZEVÎ ŞEWITANDIN   Endamên OSO yên piştî şerê li Eyn Îsa ketin herêmê û li herêmê bi cih bûn niha jî agir bi zeviyên welatiyan dixin. Endamên OSO zeviyên şêniyên gundewarên Eyn Îsa û gundewarên rojavayê Girê Spî dixin. Sala par şaneyên veşarî yên DAIŞ'ê bi hezaran donûm çandinî şewitîn, niha jî heman kiryarî komên çekdar ên girêdayî OSO dikin. Komên çekdar zeviyên gundên Kefîfê, Xirbet Geber, Solan, Erîdê, Umuthur ku dikeve rojavayê Girê Spî zevî şewitandin. Welatiyên gund kir ku komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê çav berdane rizqê wan û zeviyên gundê Kefîfê, Xirbet Geber, Solan, Erîdê, Umuthur şewitandin,