‘Îbrahîm nayê jibîrkirin’ 2020-05-17 11:27:21 ENQERE – Birayê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya, Alî Ekber Kaypakkaya da zanîn ku tevî 47 sal bi ser qetilkirina kekê wî re derbas bûye jî ew nehat ji bîrkirin.   Bi ser qetilkirina ji pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyê Îbrahîm Kaypakkaya re 47 sal derbas bû. Kaypakkaya sazûmankarê Partiya Komunîsta Tirkiyê ya Marksîst Lenînîst (TKP-ML) û Artêşa Gundiyên Karker a Tirkiyê (TÎKKO) bû û li herêmê nwek Meletî, Dersim, Dîlokê xebatên rêxistinî birêve bir. Kaypakkaya di 24’ê çileya 1973’yan de li ser gilîkirina mamosteyek li gundê lê dimîne tê girtin. Tevî ku birîndar e jî îşkence lê tê kirin û diavêjin hevsa Amedê.   Kaypakkaya tevî ku îşkence jî lê tê kirin û tê xwestin rêxistinê deşîfre bike jî lê ew naxive û derbarê rêxistina xwe de îfade nade. Wî di 16’ê Gulana 1973’yan de dîsa dibin darizandinê û du roj şûnve bavê yê tê Amedê jê re dibêjin ku kurê te întîhar kiriye û cenazeye hatiye parçekirin radestî bavê wî dikin. Kaypakkaya teza Lenîn a “Divê mafê çarenûsa netewan were tayînkirin” diparast û vê nêrîna xwe jî eşkere kiribû: “Kurd netewek in û mafê wan ên diyarkirina çarenûsa wan heye.”   Kaypakkaya ji aliyê hevalên xwe yên têkoşînê ve wek kesayetek “serê xwe dide lê razê xwe nade” dihat nasîn. Birayê Kaypakkaya, Alî Ekber Kaypakkaya behsa kekê xwe kir.   REXNEYA JI BO ÇEPÊ TIRK   Kaypakkaya da zanîn ku tevî bi ser kuştina wî re 47 sal derbas bûye jî ji ber ku “Îbrahîm bibîr tînin û navê wî niviîsandine” lêpirsîn tên destpêkirin, ceza tên birîn û wiha got: “Jixwe qedexekirina nav û fikrên Îbrahîm ji aliyê dewletê ve pêk tê. Lê çepgirên Tirkiyê ji ber eleqe nîşan nade û xemsar nêzî fikrên Îbrahîm dibe, ev sepan jî pêk tên. Xemsariya li hember kesayet û fikrên Îbrahîm nayê qebûlkirin.”   PIRSGIRÊKA KURD PÊNASE KIRIYE   Kaypakkaya destnîşan kir ku ji destpêka xebatên xwe yên şoreşê ve pirsgirêka kurd pênase dikir û li dijî “Kemalîzmê” bû û rexne dikir. Kaypakkaya bal kişand ser kesayeta kekê xwe Îbrahîm û her dem dev li ken bû û însanek zîrek bû. Kaypakkaya anî ziman ku navbera kekê wî û muzîkê jî gelek baş bûye û ji stranên wê demê yên şoreşger hez kiriye. Kaypakkaya da zanîn ew ê li pey şopa têkoşîna kekê wî ji wan re hiştiye bimeşin û bi gotinên birayê xwe dawî li axaftina xwe anî: “Siberoja Tirkiyê wê ji pola were strandin. Dibe ku em tune bin lê wê ev pola ava ku vexwariye dê ji bîra neke.”   MA / Zemo Aggoz