Deriyê Navenda Vegerandina Kocberan li parêzeran girtin 2020-05-17 12:37:32   ÎZMÎR - Navenda Vegerandina Koçberan a Harmandali li parêzeran hat girtin. Rêveberê Baroya Îzmirê Prz. Alî Deman Guler, diyar kir ku bi astengkirina parêzeran naxwazin penaber xwe bigînin edaletê.    Li Navenda Vegerandina Koçberan a Harmandali şewba vîrûsê belav bûye. Tê gotin ku di nava penaberan de 55 penaber bi şewba vîrûsa Covît-19 ketine. Parêzerên ku dixwazin biçin navenda penaberan rastî astengiyan tên. Penaberekî bi rêya xizmên xwe, xwest ku parêzer biçe wan bîne, lê parêzerê çû hevdîtinê rastî astengiyê hat. Endamên Baroya Îzmirê Prz. Alî Deman Guler, diyar kir ku bi astengkirina parêzeran naxwazin penaber xwe bigînin edaletê. Guler, da zanîn ku li Navenda Penaberan a Harmandali, ji ber hevkarî û tevkarî nayê kirin, li kampê pirsgirêk hene û wiha got: "Ji bo pirsgirêkên penaberan bê çareserkirin divê rêyên ragihandin û hevdîtinê bêne vekirin. Rêxistinên cemaweriyê yên wekî Baroyê jî tev li vê pêvajoyê nekirin. Em wekî baroyê mafên mirovan diparêzin. Lê li gel vê nasnameya xwe em muxataban nabînin. Em nizanin li Navenda Penaberan a Harmandali çiqas penaber bi vîrûsa corona ne. Em tenê bi rêya telefonê dikarin hin agahiyan bisgirin."     JI MAFÊ XWE BÊ AGAHÎ NE   Guler, anî ziman ku li Navenda Vegerandina Penaberan a Harmandali di rewşên asayî de 600 kes dimînin, lê di salên dawî de hêjmar zêdeyî hezar kesî ne û wiha got: "Di pêvajoya şewbê de em fêr bûn ku hêjmar nêvî nêvî kêm kirine. Li Navenda Harmandali gelek penaber bi Tirkî nizanin. Der barê parêzeran û mafên xwe de ne xwedî agahî ne. Rêveberiya Navenda Vegerandina Penaberan (GGM) ji têkildarî mafên penaberan wan agahdar û ronî nake. Penaber ji mafên xwe yên edaletê û parastinê bêpar tên hiştin. Me wekî Rêveberiya Baroya Îzmirê xwest bi Rêveberiya GGM'ê ya Harmandali re hevdîtin bikin. Lê rêveberiya GGM'ê ev daxwaza me qebûl nekir. Ji bo em bi wan re di nava hevkariyê de bin em ê dîsa di nava hewldanan de bin."    Me xwest der barê rewşa penaberan de agahiyê ji Îdareya Navenda Vegerandina Koçberan û Midûriyeta Koçberiya Bajêr re hevdîtin bikin, lê bersîv nedan telefona me.