Kuştina Çavgûn bû dîrok 2020-05-18 09:01:01 RIHA – Di ser kuştina pêşengên Serhildana Curnê Reş Xelîl Çavgun re 43 sal derbas bûn. Şahidê serhildanê û hevalê Xelîl Çavkûn, Îhsan Yavuz, diyar kir ku piştî Çavgun li Curnê Reş hat kuştin, pêvajoyek nû dest pê kir û her tişt hat guhertin. Yavûz, anî ziman ku bi kuştina Çavkûn re Serhildanên Hîlvanê dest pê kir û bû dîrok.      Li Navçeya Curnê Reş a Rihayê yek ji pêşengê Serhildanê Xelîl Çavgun, 43 sal berê bi hevkariya dewlet û cerdevên Eşîra Suleyman hat kuştin. Çavkun, 43 sal berê, dema ji bo bîranîna Hakki Karer ê di 18'ê Gulana 1977’an de li Dîlokê hatibû kuştin, xwest li Dibistana Seretayî ya Mustafa Kemal bernameya bîranînê li dar bixe, rarstî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da. Xelîl Çavgun piştî hat kuştin li Curnê Reş (Hîlvan) pêvajoyek nû dest pê kir. Di sala 1979'an de eşîra Suleymaniyan gav paşve avêt û 2 salan bûyer li ser bûyerê pêş ket. Bi vê bûyerê yekemîn çalakiya çekdarî ya Tevgera Kurd pêk hat. Piştî van bûyeran di hilbijartina Şaredariyê de Nadîr Temel bû şaredra û yekem car jin bûn endamên meclîsa şaredariyê. Yek ji şahidê bûyerê ku wê demê 10 salî bû Îhsan Yavuz, li ser pêvajoya serhilada Curnê Reş û Xelîl Çavgun axivî. Yavûz, anî ziman ku wê demê ew zarok bûn û Çavgun pir diçû mala wan. Yavuz, da zanîn ku Çavgun bi sekna xwe û kesayetiya xwe her tim li Hîlwanê bû mînak.    NAVÊ DIBISTANÊ KIRIN 'MEKTEBA REŞ'    Yavuz, anî ziman ku şeva Xelîl Çavgun hat kuştin, wê şevê zû razabûn û wiha got: "Wê şevê em li mal raza bûn. Me nîsk çandibûn û em bi roj diçûn paletiya nîskan û êvaran zû radiketin. Hevalê Xelîl, Mustafa  û birayê min Emin Yavuz, bi herve bûn. Şeva navbera 17- 18'ê Gulanê bûyer pêk hat. Li dibistanê ji bo bîranîna Hakki Karer, belavok û afişan kom bûbûn. Piştî Halîl hat kuştin, navê dibistanê kirin Mekteba Reş. Dibistan nêzî mala me bû. Bi şev dengê çekan hat û demekê berdewam kir. Mustafa û Emîn hatin malê û ji diya min re hin tişt gotin. Me nizanîbû Xelîl Çavkûn jiyana xwe ji dest daye. Serê simê me ferq kir. Em fêr bûn ku Xelîl ji aliyê Eşîra Suleyman û Hikûmetê ve hatiye kuştin. Hikûmet li pişt eşîra Suleymanan bû. Ji ber dewlet li pişt eşîra Suleymanan bû her kesî li hemberî wan parastina xwe dikirin. Kesên partî nas nedikir digotin ‘Cend ciwan in dê di mehekê de belav bibin û biçin' Gelekan wekî şerê di nava du malbat û eşîran de fam dikirin."    'DI MERASIMA CENAZE DE PEYAM DAN'   Yavûz, anî ziman ku roja dîtir merasima cenaze li dar xistin û ji hemû gundên derdorê û Rihayê ji bo merasima Cenazeyê Xelil Çavgun berê xwe da Curnê Reş û wiha lê zêde kir: "Gelek ciwan lê xwedî derketin. Ev ji bo gelê Curnê Reş bû hêz û moralek mezin. Bi vê tevlêbûna merasimê peyamek dan kujerên Çavgûn. Tirs bi hevalan re tune bû. Lê tirsek bi gel re hebû. Kuştina Xelîl Çavgun ji bo Curnê Reş  û Rihayê bû dîrok. Rê li pêş gelek tiştên nû vekir. Wê demê hevalan digot ‘An emê dest ji vî karî berdin, an jî em ê tola Hevalê Xelîl hildin."    KEMAL PÎR: EV MAL DÊ BIBE DÎROK   Yavûz, da zanîn ku piştî Çavgun hat kuştin demek şûnde erebeya Suleymaniyan rastî êrîşa çekdarî hat û wiha lê zêde kir: "Piştî erîşa li dijî maşîneya Suleymanan esker û polîsan bi ser mala mke de girtin. Wê demê em ne li malê bûn. Roja din em hatin malê, me dît ku camê malê hatine şikandin. Şopa guleyan li ser diwar hebû. Piştre Kemal Pîr hat malê. Bi Kurdî nizanibû. Dayika min got 'Divê em şopa guleyan biseyînin. Kemal Pîr jî got 'Na Xaltî ev xanî dê wisa be. Ev roj û xanî dê bibe dîrok."    Yavuz, heri dawî da zanîn ku piştî bûyerê 2-3 meh şûnde li Navçeyê guhertinek mezin pêk hat û wiha bi dawî kir: "Wê demê her taxak û berpirsiyarek hebû. Dîsa komîte hebûn. Wê temê li taxan komîte pêş xistin. Komîteya jin û ciwanan hebû. Wê demê yekem jin bûn endamên meclîsa şaredariyê. Jin bûn hêz. Jin bi çekan li kolanê digeriyan. Berê cihê mêr lê hebû jin nikaribûn biçin. Lê piştî serhildana Curnê Reş her tişt guherî. Piştî şehadeta Xelîl Çavgun gelek tişt guherî."      MA / Barış Polat