Qeyûm qaseyê vala kir û bajar derxist ber firotinê! 2020-05-18 09:10:35 MÊRDÎN – Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di bin rêveberiya qeyûm de 18 neguhêzbarên şaredariyê bi bedela 18 milyon derxistiye firotinê. Berdevkê Koma HDP’ê ya Meclîsa Şaredariyê Mehmet Alî Amak wiha bertek nîşan da: “Qeyûm şaredariyê xistiye bin deyn û adeta Mêrdînê derxistiye ber firotinê.”    Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ê di tebaxa 2019’an de wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, vê carê jî 18 mal û milkê neguhezbar ên şaredariyê derxist ber firotinê. Ev neguhêzbar ji 5 zeviyan û 13 erseyan pêk tê û ji bo firotina van neguhêzbaran ragihandina îhaleyê hat kirin. Li gorî ragihandina îhaleyê dê 18 neguhêzbaran bi bedela 18 milyon û 57 lîreyî werin firotin. Ji bo firotina van neguhêzbaran rojên 28’ê gulanê, 29’ê gulanê û  2’yê hezîranê hatin diyarkirin.    ‘WÊ MÊRDÎNÊ JÎ BIFIROŞ E’    Berdevkê Koma HDP’ê ya Meclîsa Şaredariyê Mehmet Alî Amak wiha bertek nîşanî firotina neguhêzbaran da û wiha got: “Di serdema qeyûm de 6 milyon lîre dahat hatiye. Lê MARSÛ ya ku hevbeşiya şaredariyê ye 620 milyon TL xistine bin deyn. 63 milyon TL deynê şaredariyê derxistine 406 milyon lîreyî. Şaredariyê xistine bin deynan. Pereyên divê ji bo xelkê were xerckirin, lê ji bo xebatên hilbijartinê yên AKP’ê, çerezvanan û kirêkirina erebeyan hatin xerckirin. Tenê di 3 mehan de bi 164 hezar lîreyî çerez û qehwe kirine. Ji bo wezîrên AKP’ê pereyê şaredariyê tê xerckirin. Niha qaseya pereyan vala bû, li pey hev mal û milkên şaredariyê derdixin ber firotinê. Qeyûm şaredariyê xistiye bin deyn û adeta Mêrdînê derxistiye ber firotinê. Çawa ku qeyûm duh dizî û talaniyê kir îro jî heman tiştî pêk tîne.”    MA / Ahmet Kanbal