Tê gotin ji ber rantê xaniyên şêniyên Sûrê nadin wan 2020-05-18 09:20:02 AMED – Hat gotin ku li pişt betalkirina peymana 500 kesên malên wan li Sûrê xera bûne û mal xwestine rant derket. Li gorî îdiayê li ser daxwaza DTSO’yê li Sûrê li şûna xaniyan dê kargeh werin çêkirin.  Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî pevçûnan, mal û milkên xelkê hatin îstîmlaqkirin. 500 kesî li şûna malên wan hatine îstîmlaqkirin xaniyan xwestin. Hat gotin li peymana van 500 kesan ji aliyê Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê ve bi yek alî hatiye betalkirin. Hat îdiakirin ku Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) jî di nava vê yekê de ye û ev yek ji ber rantê pêk hatiye. Hat îdiakirin ku DTSO’yê li şûna malên bidin 500 kesan, çêkirina kargehan xwestiye û li şûna van peymanên 500 kesî hatine betalkirin biryara dê kargehan çêbikin hatiye girtin.    ‘SÛRÊ DI NAVA HEV DE PARVE DIKIN’    Ji welatiyan Mehmet Kaya diyar kir ku li şûna xaniyê xwe xanî xwestiye lê şûna mala wî veguherandine qada şînahiyê û vê yekê jî Miduriyeta Hawîrdor û Bajarvaniyê ya Amedê jê re ragihandiye. Kaya got mala wî li taxa Hasirliyê bûye û xaniyê wî yê 110 metrekareyî bi 79 hezar lîreyî hatiye îstîmlaqkirin, ji bo xaniyên nû metrekareya wê bi 2 hezar lîreyî peyman çêkirine û ev yek di deqeya dawî de ji aliyê Miduriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ve hatiye betalkirin. Kaya got piştî betalkirinê ku vebijêrkên dane ber wan qebûl nekirine û ew mexdûr bûne. Kaya anî ziman ku ji ber daxwaza kargehan a DTSO’yê projeya xaniyên wan hatiye betalkirin. Kaya da zanîn ku ew kes dengê wan nabihîze û ew bi tenê mal û milkên xwe dixwazin. Kaya destnîşan kir ku Miduriyeta Bajarvaniyê û Odeya Bazirganiyê taxên Sûrê di nav hev de parçe dikin. Kaya got heke li vir pirsgirêka wan neyê çareserkirin dê biçin Enqereyê bi rayedaran re hevdîtin bikin.