Derket holê ku 261 cenaze li ser peyarêyê hatine veşartin 2020-05-18 09:21:37 STENBOL – Derket holê ku 261 cenazeyên ji Goristana Xerzanê li cihek biçûk ku ji peyarêyê hatiye veqetandin  li ser hev hatine veşartin. Rêxistinên civakî yên sivîl û malbatan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: “Ev yek hiqûqa dijminatiyê nîşan dide.”  Li gundê Oleka Jor a Bedlîsê di 19’ê Kanûna 2017’an de 282 cenaze ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û birin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Demek dirêj agahî ji cenazeyan nehat girtin û wek revandinê hatibû nirxandin. Piştî ku cenaze demek li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê hatin ragirtin, birin cihek ku ji bo gorên bêkesan li Goristana Kilyosa Stenbolê veşartin.    Malbat li dijî pêkanîna cenazeyan bi bertek bûn û ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigirin nimûneya xwînê dan ATK’ê. Tevî ku du sal û nîv di ser de derbas bû jî malbatan hêj bi piraniya cenazeyên wernegirtine.  Heta niha tenê 21 cenaze yên nasnameya wan hatine tespîtkirin hatine wergirtin. Hêj 261 cenaze radestî malbatên wan nehatine kirin.    CENAZE LI SER PEYARÊYÊ HATINE VEŞARTIN    Têkildarî cihê niha 261 cenaze lê veşartîne hûrguliyk balkêş derket holê. Derket holê ku 261 cenazeyên ji Goristana Xerzanê li cihek biçûk ku ji peyarêyê hatiye veqetandin  li ser hev hatine veşartin. Cihê cenaze lê hatine veşartin bi kûrahiya 3 metreyan hatiye kolandin û tê dîtin ku li aliyê çepê jî bi tûglayên yûtong dîwar hatiye lêkirin. Her wiha cihê ku cenaze lê hatine veşartin ser wê deverê bi blokên betonî hatiye girtin. Ser xweliyê jî bi kevirên peyarêyan hatiye girtin û derdor di nava gelemşê ango qirêjiyê de maye.    Li aliyê çepê yê hatiye kolandin xebata kanalizasyon hatiye kirin û ji ber ev xebat nîvco hatiye hiştin tê dîtin ku ku borî bi awayek vekirî tên xuyakirin.    ‘NE LI GORÎ PÎVANÊN HIQÛQÊ YE’    Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Serhat Çakmak diyar kir ku veşartina bi vî awayî ya cenazeyan “nayê qebûlkirin” û ne li gorî pîvanên hiqûqê ye û wiha got: “Cenaze li ser hev hatine veşartin. Bi qasî tê xwestin baş nehatine veşartin. Li kêleka rê hatine definkirin. Di baranek sivik de dê mezel xera bibin. Veşartina cenazeyan a li ser hev li dijî xala 223’yan a Qanûna “Umumî Hifzissihha” ye û piştî mirina kes di qanûnê de jî divê kes tevlî cihê gorê nebe.    ‘EV HIQÛQA DIJIMINATIYÊ YE’    Çakmak da destnîşan kir ku dijbûna hiqûqê ya derxistina cenazeyan a ji Goristana Xerzanê didome û got: “Bi sepana li Goristana Kîlyosê re ev bêhiqûqî xwe bêtir raxist ber çavan. Endîşeya rayedarên dewletê ku hiqûqê pêk bînin nîne. Rayedarên dewletê veşartina cenazeyan a bi vê sepanê mafê veşartina mirî jî tune hesibandine. Li gel vê yekê jî eziyetê li xizmên mirî dikin. Dixwazin bi vê yekê bîra civakî tune bikin. Ev hemû bêhiqûqî dijminatiya hiqûqa şer dide nîşandan.”    ‘NE GORISTAN E, SERGO YE’    Hanîfî Can ê birayê Ferhat Can (Ferhat Xarzan) e û cenazeyê wî jî ji Goristana Xerzanê hatiye derxistin. Hanîfî Can bi bîr xist ku cenazeyê kekê wî di encama hewldanên dirêj de ji Goristana Bêkesan a Meletiyê wergirtine birine Goristana Xerzanê veşartine û wiha got: “Piştî cenaze ji Goristana Xerzanê revandin birin, me demek dirêj aqûbet jê negirt. Piştî du salan em hîn bûn ku cenaze li Goristana Kîlyosê hatine veşartin. Dema em çûn goristanê gor di nava çopê de mabû û veguheriye sergo. Dema cenazeyan revandin em hilweşiyan piştî me cihê cenazeyan ên li Kîlyosê dît em cara duyem hilweşiyan. Ne goristan e, peyarê rakirine û cenazeyan li ser hev veşartine. Bêhurmetiya li hember cenazeyan didome. Ev hovîtî du tu pirtûkê de nîne. Dewlet jixwe re dibêje ez dîndar im, lê radibin li cenazeyan eziyet dikin.”    ‘EM VAN SEPANAN QEBÛL NAKIN’    Serokê Komeleya Oldarên Stenbolê Mele Ekrem Baran jî anî ziman ku di nava hemû zindaweran de însan zindiyên herî bi nirx in û wiha got: “Piştî ku însan dimire divê nirx jê were girtin. Dema cenazeyek Yahûdiyek di ber Hz. Muhammed de birine ji ber ve rabûye pêya û ji yên cem xwe re gotiye ‘Eger cenazeyê Yahûdiyek be jî divê hûn rabin pêya.’ Ji bo kesên di şeran de jiyana xwe ji dest didin jî derbasdar e. Piştî ku însan dimire peywendiya wan bi vê dinyayê re diqede. Ji bo vê yekê ji çi baweriyê dibe bila bibe divê cenaze li gorî rêbazên wê were veşartin.” Di hemû olên semawî de gor û goristan pîroz in. Di hemû olan de êrişa li dijî cenazeyan di heman demê de tê maneya ku li dijî wê baweriyê êriş pêk hatibe. Di hemû baweriyan de mafê wî/wê kesî heye ku were veşartin. Teqez divê gorek hebe û ew gor pîroz e. Ceneaze bi awayek dijmirovane nayê veşartin. Li ser kêlikan remz tên daliqandin, li ser wesiyeta miriyan tiştek tê nivîsandin. Nivîsên ser kêlikan nabin hênceta êrişan û divê zirar nedin gorê. Çawa ku çend sal berê goristana Xerzanê rûxandin, îro jî heman êriş û rûxandin li dijî goristan û gorên din pêk tê. Cihê van sepanan di tu bawerî û wîjdanê de nîne. Em van êrişên li ser cenaze û goristanan qebûl nakin. Li dijî nirxên mirovahiyê, gel û ola îslamê ye.”    MA / Erdogan Alayûmat