Şahidê çalakiya Agirê Çaran: Tirs kuştin 2020-05-18 13:03:16   AMED - 4 ciwanên Kurd 38 sal berê li Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê li dijî îşkenceyê agir berdan bedena xwe û çalakî Agirê Çaran li dar xistibûn. Şahide Agirê Çaran Ahmet Candan, diyar kir ku çalakgeran bi vê çalakiyê tirs kuştin û pêvajoyek nû dan destpêkirin.      Li Tirkiyeyê piştî darbeya 12'ê îlonê, "Hovîtîyîya" herî mezin li Zindana Amedê pêş ket. Li Zindana Amedê (Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê) girtiyên siyasî rastî îşkenceya herî giran hatin Girtiyên PKK’ê yên rastî îşkenceya giran hatin li dijî vê îşkenceyê çalakiyên dirokî li dar xistin. Yek ji van çalakiyan Rojiya mirinê û çalakiya Agirê Çaran e. Pêşengên PKK'ê Ferhat Kurtay, Necmi Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengin, li Qawîşa 33'an 38 sal berê di şeva navbera 17-18'ê Gulanê de çalakî li dar xistin û agir berdan bedena xwe. Ji ber ku 4 kesan çalakiya bi agir pêk anî navê wê bû Agirê Çaran. Yek ji şahidê çalakiyê Ahmet Candan (66) e.    Candan, di 15'ê Gulana 1980'an de li ser îfadeya şahit hat binçavkirin û girtin. 5 meh şûnde li Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê bi darbeya 12'ê îlonê re rû bi rû ma. Candan, li Zindana Amedê ku 72 kesan lê jiyana xwe ji dest da, heta 1986'an girtî ma. Candan, wê demê bê navber rastî îşkenceyê hat. Bi saetan di nava ava laximê de hat hiştin. Bi saetna rastî îşkenceya ceyranê hatin û bi rojan xistin feleqeyê. Bi rojan tî û birçî hatin hiştin. Tazî hatin hiştin. Rastî lêdana bi cop û şîşên hesin hatin. Dîsa rastî îşkenceya derûnî hatin."    Candan, piştî di sala 1986’an de hat berdan, di 9'ê Hezîrana 1993'an de dîsa hat girtin. Di 15'ê Tebaxa 2003'an de serbest hat berdan. Li Girtîgehên Edene, Xarpêt û Amedê girtî ma.    Candan, ku bû şahidê çalakiya Agirê Çaran diyar kir ku bi vê çalakiyê tirs kuştin û wiha got: "Piştî darbeyê li hucreyan girtî rastî îşkenceya giran a Esat Oktay Yildiran hatin. Di vê pêvajoyê de 35 kes ji nava girtiyan derxistin û birin Bloka E qawîşa 33’an. Di vê qawîşê de Ferhat Kurtay, Necmi Oner, Eşref Anyık û Mahmut Zengin, endamê TÎKKO'yê  Muslum Elma, siyasetmedarê Kurd Ferhan Turk hebûn. Li cihekî pir biçûk 136 kes diman. Tevî îşkenceya herî giran a Esat Oktay bandora Ferhat Kurtay li ser girtiyan zede bû. Ji ber vê yekê Esat Oktay pir bi hêrs bû. Wan salan li dijî sosyalizmê şerekî pir giran hatibû destpêkirin. Hovîdî di asta herî jor de bû. Çalakiya Agirê Çaran di vê pêvajoyê de li dijî van êrîşan û vê hovîtiyê pêş ket."    ‘BIMRE MÊTÎNGERÎ'     Candan, ani ziman ku Çaran çalakiya xwe pir bi dizî amade kirin û wiha got: "Heta çalakî pêk hat jî agahiya kesî jê tune bû. Li qawîşa 33'an li gel her tiştî dîsa ji 2 saetan careke nobet dihat girtin. Roja çalaki hat li dar xistin şeva ku 16'ê Gulanê bi 17'ê Gulanê ve girê dida. Li dîsteya Nobetê ya saet 01.00-04.00'an de Ferhat, Necmi, Mahmut û Eşref hebûn. Ev lîsteya  nobetê bi taybetî hilbijartibûn. Wê saetê her kes di xewa giran debûn. Dema her kes di xewa giran de bû bi yek carê dirûşmeya 'Bimre mêtîngerî' ‘Rûmeta mirovan dê îşkenceyê têk bibe' berz kirin. Li aliyekî dirûşme berz dikirin, li aliyê din pêtên agir bilind dibûn. Me ewil nizanibû çi dişewite."    ‘VEMIRANDINA AGIR ÎXANET E'     Candan, anî ziman ku cihê çalakî lê pêk anîn, pêta agir bilind bû û agir geş bû û wiha axivî: "Wê demê Esat Oktay Yildiran her tim av ji ser me qut dikir. Ji ber vê yekê her dem me meterên avê dijî dikirin. Dema hevalan av li agir kir, Ferhat Kurtay hêj sax bû. Bang li hevalan kir û got 'Ev çalakî ye. Avê lê nekin. Lêkirina avê û vemirandina agir îxanet e.' û bi tiliyên xwe nîşaneya serkeftinê rakir. Me agir ne temirand. Me piştre ew xistin nava bataniyê. Hevalê Ferhat hêj sax bû. Hevalên din jiyana xwe ji dest dabûn. Li cem me Selim Dindar ê Cizirî hebû. Dengê wî pir xweş bû. Her tim Ferhat Kurtay digot 'Ji mere strana bêje' Wê rojê dîsa Selim Xoce Ferhat Kurtay xist hembêza xwe Ferhat Kurtay got ‘Mamoste strana sevdalikam’ bêje. Wê demê dîsa berxwedana hevalê Ferhat Kurtay berdewam dikir. Ji birinê neditirsiya. Her dem li ber xwe dida. Wî baş dizanibu çi dike. Tişta digot dikir."    Candan, anî ziman ku piştî çalakiyê rêveberiya girtîgehê pir tirsiya û wiha bi dawî kir: "Dema Ferhat Kurtay birin xistin nava bataniyê û birin. Dema birin dîsa destê xwe bilind kir û nîşana serkeftinê rakir. Roja din Ferhat Kurtay jiyaa xwe ji dest da. Çalakî li dijî tirsê berxwedan bû. Destpêka pêvajoyek nû ya berxwedanê bû. Piştî çalakiya Çaran me 3 rojan şîn girt. Ez û hevalên Çaran her dem bi hevre di nava diyalogê de bûn. Piştî çalakiya wan u berxwedana wan li zindanê her tişt hat guhertin. Agirê ku çaran pêxist îşkencekar pir tirsandibû. Tirs ket dilê wan. Ew berxwedana mezin wekî duh di bîra me de ye. "