13 partiyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan 2020-05-18 14:36:53   ENQERE - 13 partiyên siyasî tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP'ê daxuyaniyek hevpar dan û şermezar kirin. Partiyan anîn ziman ku ew ê li dijî qespkirina vîna gel bêdeng nemînin.    13 partiyên siyasî ku ji DBP, Partiya Şoreşger, EMEP, ESP, HDP, Partiya Çep, SODAP, SYKP, TOP, TÎP, TKP û Partiya Pêşeroj û Çep a Keskan pêk tên, tayînirina qeyûman a şaredariyên HDP’ê bi daxuyaniyek hevpar şermezar kirin. Partiyan bi sernavê “Ya ku hatiye xezpkirin vîna gel e. Em bêdeng namînin" daxuyaniya hevpar dan û gotin: “Em li dijî binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê, tunekirina vîna gel, bêtesîrkirina rêveberiyên herêmî û desteserkirnia nirxên gel bêdeng namînin. Mafê bijartin û hilbijartinê ji aliyê Destûra Bingehîn ve hatiye mîsogerkirin. Ev bi tayînkirina qeyûm carek din hat xezpkirin. Vîna gel ku di hilbijartina rêveberiyên herêmî de danî holê, bi Qeyûman xezp kirin. Carek din li dijî hiqûq u demokrasiyê qeyûm tayînî 5 şaredariyên din ên HDP’ê kirin. Li aliyekî bi bêhiqûqiya KHK'ê 6 şaredariyên HDP'ê xezp kirin. Li aliyê din bi qeyûman 45 şaredariyên HDP’ê xesp kirin. Hevşaredarên ku tu sûcê wan tune hatin girtin. Bi vê yekê vîna 3 milyon mirovan tune hat hesibandin. Em li dijî vê xezpê bêdeng namînin."