Berteka li djî qeyûm: Em qet di paş de gav navêjin 2020-05-18 16:39:42   NAVENDA NÛÇEYAN – Bertekên li dijî şaredariyên HDP’ê didomin. Li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Li Sêrtê jinan bi gotina “Em bêdeng nabin natirsinû îtaat nakin” bertek nîşanî qeyûman da.   Tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê li gelek bajaran hat şermezarkirin. Di çalakiyên şermezarkirinê de hat destnîşankirin ku tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Sêrt, Îdir, Misirc, Xana Hawêl û Vartînîsê yên HDP’ê “darbeya AKP’ê” ye. HDP’iyan di çalakiyan de diyar kir ku dê li dijî polîtîkayên qeyûman bêdeng nebin û heta desthilta AKP’ê di paş de gav navêje têkoşîna xwe berdewam bikin.   SÊRT   Meclisa Jinê ya HDP’ê, li ber Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Sêrtê tayînkirina qeyûman şermezar kir. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Dersîm Dag, Ayşe Acar Başaran, Meral Daniş Beştaş, Nûran Îmîr, Remziye Tosûn û Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin tevlî daxjuyaniyê bûn.   DESTHILAT BI KURDAN RE MIJÛL DIBE   Serokwekîla HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku tayînkirina qeyûman bêhiqûqî ye û hevşaredarên wan ên ku hatine binçavkirin hê jî derneketine dozgeriyê. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz jî destnîşan kir ku li gel ku hemû dinya bi vîrûsê mijûl re mijûl dibejî desthilat bi kurdan û desketiyên wan re mijûl dibe û wê nikaribe wan ji gelê wan dûr bixe.   JINAN BEDEL DAYE   Piştî Korkmaz, Berdevka Meclisa Jinê HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî axaftinek kir. Başaran, diyar kir ku jin dengê xwe li dijî siyaseta qeyûm bilind dikin û wiha got: “Bi vê siyasetê vîna kurdan tune tê hesibandin. Di heman demê de ev li dijî hevserokatiyê ku li hemû dinyayê mînak e jî êrîş e. Heta hatine nûnertiya wekheviya, ji tevgera femînîst û ji tevgera jinên kurd jinan bedel daye.” Piştî axaftina Başaran dûrişmeya “Em bêdeng nabin natirsinû îtaat nakin” hat berzkirin û bi qasî 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Jinan di çalakiye rûniştinê de jî dûrişmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Hevseroktî xeta me ya mor e”berz kirin.   MÊRDÎN   Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Mêrdînê jî li navçeya Qoserê tayînkirina qeyûman şermezar kir. Rêxistinên HDP’ê yên navçeyan û parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar tevlî çalakiyê bûn. Polisan xwest bi hinceta biryara qedexeya çalakiyan a Walîtiya Mêrdînê destûr nedin çalakiyê. Li ser vê yekê nîqaş derket û polisan vîrûsa koronayê jî ji astengiya xwe re kirin hincet. HDP’iyan bi gotina “ka hûn li halê xwe binêrin” bertek nîşanî polisan da. Piştî vê bertekan HDP’iyan polisa berdevkan dan ber devê xwe.   Li gel vê nîqaşê jî HDP’iyan çalakiya xwe li dar xist û daxuyanî dan. Parlamenter Pero Dundar, axaftinek kir. Dundar, di destpêka axaftina xwe de Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn û Eşref Anyik ku dema Darbeya 12’ê Îlonê li Zîndana Amedê li hemberî zextên li ser gelê kurd laşê xwe dabûn ber agir û jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn. Dundar, da zanîn ku AKP’ê bi tayînkirina qeyûman darbe kiriye û got ku çawa li dijî darbeya 12’ê Îlonê rawestiyane dê li dijî darbeya AKP-MHP’ê jî rawestin.   AMED   Rêxistina HDP’ê ya Amedê jî li ber Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê çalakî li dar xistin. Li gel hemû astengiyên polisan jî HDP’iyan çalakî li dar xistin û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da. Hevserokê HDP’ê yê Bajar Zeyat Ceylan, axaftinek kir. Ceylan, destnîşan kir ku AKP dagirkirina şaredariyan didomîne û got ku dê li diJî polîtîkaya qeyûman bêdeng nebin. Ji bilî navendê li navçeyên Licê, Karaz, Pasûr û Hênê yên Amedê jî li dijî tayînkirina qeyûman çalakî hatin lidarxistin.   ŞIRNEX   Li Şirnexê jî li navçeya Cizîrê HDP’iyan li dijî tayînkirina qeyûman çalakî li dar xistin. Çalakî li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê hat lidarxistin û Parlamenterê HDP’ê Şirnexê Hasan Ozguneş û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Qeyûm rejîma darbeyê ye” hat vekirin.   SERÎ JI AKP’Ê RE DANAYNIN   Parlamenter Ozguneş, di çalakiyê de axaftinek kir û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da. Ozguneş, diyar kir ku şaredariyên wan bi darê zorê ji wan hatine girtin û wê dîsa şaredariyên xwe bigirin. Piştî Ozguneş, Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ku ji peywirê hatiye dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin jî axaftineke kir û dê serê xwe ji AKP’ê re daneynin û di paş de gav navêjin. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.   EDENE    Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê xwest li pêş avahiya HDP'ê ya Yuregîrê çalakiyê li dar bixin û daxuyaniyê bidin. Lê polîsan bi hinceta tedbîrên vîrûsa corona xwest çalakiyê asteng bikin. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, bertek nîşan da û anî ziman ku çalakiya wan bi awayeki keyfî tên astengkirin. Piştre bi hêjmarek bi sînor li ber avahiya HDP'ê daxuyanî dan. Li vir pankarta "Hilbijêr vîna me ne. dest nedin wan" vekirin û daxuyanî dan. Nûnerên ESP HDK'ê jî tev li daxuyaniyê bûn. Li vir Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Mehmet Karakiş axivî diyar kir ku tayînkirina qeyûman li dijî hiqûqê ye û wiha got: "Tayînkirina qeyûman zilm e. Em vê zilmê qebûl nekin. Bila zilma we hilweşe."    Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Talay Hatimogullari jî ewil kesên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û wiha got: "Em ê li dijî bê edaletiyê edaletê biparêzin. Em ê her dem bibin dengê edaletê. Em ê her dem li dijî newekheviyê wekheviyê biparêzin. Em ê bibin dengê xizan û betalan."    Daxuyanî bi dirûşmeya "Em ê bi berxewdanê bi ser bikevin" bi dawî bû.    HATAY    Rêxistina HDP'ê ya Hatayê jî li pêş avahiya HDP'ê ya Navçeya Dortyolê daxuyanî da û tayînkirina qeyûman şermezar kir. Hevserokê HDP'ê yê Dortyolê Hidir Simli, diyar kir ku îqtîdarê vîna gel xezp kiriye û ew vê yekê qebûl nakin.