Ji 284 parlamenteran re peyam şand, lê yek kesî/ê jî bersîv neda 2020-05-19 09:03:49 AMED - Bavê Yasîn Solmaz ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 7’an a Sîlîvrî girtî, Ekrem Solmaz diyar kir ku di 7'ê Gulanê de testa vîrûsê ya kurê wî posîtîf derketiye û bi 39 girtiyên nexweş re di heman qawîşê de dimîne. Bav Solmaz, destnîşan kir ku ji bo balê bikişîne ser rewşa girtîgehê peyam ji 284 parlamenteran re şandiye, lê yekî/ê jî bersîv nedaye wî.    Yasîn Solmaz ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 7’an ya Sîlîvriya Stenbolê dimîne, piştî testa wî ya vîrûsa Covît-19 posîtîf derket, li şûna wî rakin nexweşxaneyê, heba zekemê dan wî. Niha Yasîn Solmaz li gel 39 girtiyên nexweş di qawîşekê de girtî ye. Bavê Yasîn Solmaz, Ekrem Solmaz, têkildarî mijarê bi rêya maîl'ê serî li MED-TUHAD-FED'ê da û alîkarî xwest Solmaz, di serlêdanê de diyar kir ku di 7’ê Gulanê de testa kurê wî ya vîrûsa coronayê pozîtîf derket û got: “Di 7’ê Gulanê de tahlîlên Yasîn a vîrusa coronayê pozîtîf derket. Li şûna wî rakin nexweşxaneyê dermanê zekemê jêre nivîsandin û şandine qawişa qerantînayê. Em li rayedarên girtîgehê geriyan. Lê gotin 'Kurê we bi vîrusê ketiye. Niha di qerantînayê de ye.' û wekî din tiştek negotin."    Solmaz, da zanîn zêdeyî qapasîteyê girtî di qawîşê de tên girtin û wiha axivî: “Li gor agahiyên me girtin; hemû girtiyên bi vîrûsa coronayê ketine tev di qawîşa B-12’an de kom kirine. Ev komkujî ye. Ez agahiyê ji rewşa Yasîn nagirim û ez bi fikar im. Ez bêzar im. Li girtîgehê paqijî nayê kirin. Tedbîrên wekî rûpoş,  lepikan nagirin. Min ji 284 parlementeran re maîl şand û min xwest balê bikişînim ser rewşa girtiyan. Lê tu bersiv ji min re nehat. “Me serî li gelek sazî û partiyan da. Hinek hestiyar tev geriyan. Em bang li kesên xwedî wijdan dikin ku dengê xwe bilind bikin û ev mirov pûç nebin. Dixwazim lawê min serbest berdsn.” Yasîn Solmaz, li Akademiya Herbê ya Hewayê Serpelî dixwend piştî darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an bi îdîaya FETO’yê hat girtin û 3 sal û 9 meh in girtî ye. Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê, di 8’ê Gulanê de diyar kiribû ku li Girtîgeha Sîlîvriyê 44 girtî û hikûmxwar bi şewba vîrûsa korona (Covîd-19) ketine.    SERÎ LI DOZGERIYÊ BIDIN   Rayedarên girtîgehê jî têkildarî mijarê nexwest agahî bidin û xwest em serî li Serdozgeriya Girtîgehê bidin.