Qeyûm şertê 'bexşa mecbûrî' daniye ber muteahîdan 2020-05-19 09:05:08 MÊRDÎN - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, ji ber deynê xwe yê ku di ser milyarek TL re ye, li ser hev biryara "deynkirinê" girt. Hat diyarkirin ku rêveberiya qeyûm, ji bo deynan jî şertê "bexşa mecbûrî" daye ber muteahîdan û perê ji vir tê jî derbasî sîstemê nake.  Di 19'ê Tebaxa 2019'an de cardin qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin û cardin Walî Mûstafa Yaman bû qeyûm. Lê belê niha ji ber deynên serdema qeyûmê berê, şaredarî zehmetiyê dikişîne. Rêveberiya qeyûm ji sedî 60'ê pereyê ku ji Bankeya Îllerê tê dide heqê lêçûnên personelan û ji ber ku nikare projeyên nû hilberîne, ji bo projeyên berê rêbaza "deynkirinê" xistiye dewrê.    DI 3 MEHAN DE 7 CARAN DEYN    Li gor agahiyên bi dest ketine, rêveberiya qeyûm ji meha Çileyê heya meha Adarê ji bo xebat bimeşin herî kêm 7 caran ji bo deynkirinê biryar girtine. Her wiha rêveberiya qeyûm ji bo wergirtina krediyê ya ji Bankeya Îllerê erk xistiye destê Qeyûm Mûstafa Yaman û Sekreterê Giştî Abdûllah Yenîgun.    ‘ŞERTÊ BEXŞA MECBÛRÎ'    Hat diyarkirin ku rêveberiya qeyûm ku qase vala kiriye, ji ber deynên dema qeyûmê berê jî zehmetiyan dikişîne. Her wiha muteahîd jî ji bo deynên xwe ji şareadariyê bigirin yeko yeko tên şaredariyê. Ji ber ku qeyûm perê muteahîdan nade kes jî xwe nade ber karên dê bên kirin.    Hat hînbûn ku qeyûm şertek daye ber muteahîdan. Şertê qeyûm ew e ku ji bo muteahîd karibin perê xwe bigirin, ewilî divê herî kêm ji sedî 10'ê deynê xwe bexşî şaredariyê bikin.    Nehat hînbûn ku ka "bexşên mecbûrî" di sîstemê de tên qeydkirin an na.    Her wiha tê gotin di demên dawî de qeyûm rêjeya "bexşa mecbûrî" kiriye ji sedî û pereyê tê stendin jî li sîstemê nayê barkirin.