Kaplan: Wê qeyûm wekî trawmayekê di bîra dewletê de bimînin 2020-05-19 09:19:02 STENBOL - Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Salîm Kaplan got, wê qeyûm di pêşerojê de wekî trawmayekê di bîra civakê de bimînin.    Di 16'ê Gulanê de qeyûm tayinî 5 şareadriyên HDP'î yên din jî kirin. HDP'ê di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de 65 şaredarî bi dest xistibûn. Lê belê bi hinceta namzetên wan bi KHK'ê hatine îxrackirin YSK'ê mazbata nedabû 6 hevşaredaran. Ji xeynî vê şaredarên du şaredariyan jî ji hêla partiyê ve hatin îxrackirin û Wezareta Karên Navxweyî jî qeyûm tayinş 45 şaredariyan kir. Niha di destê HDP'ê e tenê 12 şaredarî mane.    Cîgirê Hevserokatiya Giştî yê HDP'ê û Berpirsiyarê Rêveberiyên Herêmî Salîm kaplan, tayinkirina qeyûman û îcraatên qeyûman nirxandin.    BERDEWAMIYA POLÎTÎKAYÊN SEDSALΠ   Kaplan, anî ziman ku tayinkirina qeyûman divê tenê wekî tayinkirina karmendan neyê dîtin û got, qeyûm "amûra rêveberiyê ya nû" ya îqtidarê ne.    Her wiha Kaplan, destnîşan kir ku tayinkirina qeyûman wekî awayê niha yê Mufetîşiya Umûmî ya bi Fermana Şerq Islahatê dest pê kiriye û pêkanînên rewşa Awarte tên salên 1990'î pênase kir û got, bi vî awayî armanc teslîmgirtina vîna gel e.    FERZKIRINA KODÊN TEKPARÊZ    Kaplan, ji bo tayinkirina qeyûmên dawî ku roja Cejna Zimanê Kurdî hatin tayinkirin jî destnîşan kir ku ev tê wateya êrîşa li ser nirxên gelê kurd. Kaplan, got: "Me ev yek berê jî dîtibû. Ji bo tayinkirina qeyûmê Cizîrê 29'ê Cotmehê hilbijartibûn. Ev pêkanîn hemû pênaseya vê yekê ne; Polîtîkaya qeyûm li gelên Kurdistanê ferzkirina kodên tekparêz ên dewletê ye. Êrîşên li ser goran jî bi heman mantiqê hatine kirin."    WÊ WEKÎ TRAWMAYEKÊ BIMÎNE    Kaplan, destnîşan kir ku dîrokê nîşan daye ku gelê kurd û cînarên xwe yên qedîm ne ew gel in ku li ber van xebatên laboratûwarî serî bitewînin û got: "Ji bo vê yekê mînaka herî baş rastiya Dersimê ye. Rêberê berxwedanê Seyîd Riza li ber zilmê çok danenî û çoknedanşna wî di bîraa dewletê de wekî kulekê ma. Gotina Hevşaredarê Îdirê ku gotibû "Bila kenê min ji bo we bibe derd" ev yek careke din bi ruh û can bûye. Yanî rêbaza tayinkirina qeyûman hewldaneke bêhûde ye û wê di pêşerojê de wekî trawmayekê di bîra dewletê de bimîne."    Her wiha Kaplan ji bo darizandinên tên kirin jî destnîşan kir ku darizandinên ji bo tayinkirina qeyûman bûne hincet hemû wekî şanoyekê ne û got, loma di danişînan de ên tên darizandin ne ew in, ew didarizînin.    ‘NE BI RIZAYA KURDISTANÊ YE'    Kaplan got: "Êdî îqtidara AKP-MHP'ê li Kurdistanê rizayê bi dest naxe. Bi darê zorê yê dewletê li Kurdistanê ye. Heger amûra darê zorê ji dest bigirin wê rojekê jî nikaribe xwe birêxistin bike. Lê belê li rojavayê Tirkiyeyê hê jî rizaya îqtidarê didome."    Kaplan, anî ziman ku heger îqtidar li rojavayê Tirkiyeyê qeyûman tayinî şaredariyên muxalefetê bike wê li rojavayê Tirkiyeyê jî rizaya kêm bibe û ji bo vê îşaret bi hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê kir ku ewilî ferq dengan 13 hezar bû, lê piştî cardin hilbijartin hat kirin ferq bû 800 hezar deng. Kaplan, destnîşan kir ku heger niha hêzeke hevpar ê demokrasiyê çênebe û helwesteke baş neyê nîşandan, wê di pêla duyemîn de ewilî şaredariyên Stenbol û Enqereyê hedef bên girtin.    ‘WÊ NIKARIBIN BI SER BIKEVIN'    Herî dawî Kaplan destnîşan kir ku şert û merc çi dibin bila bibin wê HDP li dijî pêkanînên vê pergala zorbe li ber xwe bide. Kaplan anî ziman ku heya şaredariyên hatine xespkirin neyên îadekirin û hevşaredarên ji peywirê hatine girtin venegerin ser karê xwe wê têkoşîna wan a rewa, mafdar û demokratîk dewam bike û got, wê îqtidar tu carî nikaribe li Kurdistanê bi ser bikeve.    MA / Nacî Kaya