Mizrakli: Li dijî zilmê dema werêkiyê ye 2020-05-19 11:49:04 ENQERE – Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ku li Girtîgeha Kayseriyê girtî ye, ev bang kir: “Sebra bindestan sînorê zilma zaliman diyar dike. Dema bi wêrekî dijderketina li dijî zilmê ye.” Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û niha li Girtîgeha Kayseriyê girtî ye, bi rêya parêzerên xwe peyamek şand. Mizrakli, di peyama xwe de ev tişt got: “Feraseta ku rastiya em li Çanakkaleyê di singa hevde definkirî ne ji bîr kir û li Enqereyê cihê goristanê neda dayika Aysel Tuglûk, nirxên mirovahî û bîra me ya hevpar xeritand. Niha jî di şexsê Îbrahîm Gokçek de tiştên ku hatin jiyîn, rewşa nirxa mirovahiyê ku ketiye asta herî jêr nîşan dide. Pêşî em bibin mirov.”   ‘DEMA DENG DERXISTINÊ YE’   Mizrakli, têkildarî polîtîkayê desthilatê jî ev bang kir: “Sebra bindestan sînorê zilma zaliman diyar dike. Dev ji gotina ya sebir berdin, dema bi wêrekî dijderketina li dijî zilmê ye.”   Mizrakli, ji bo pêvajoya pandemiya vîrûsa koronayê jî xwest ku li şûna xeritandinê li serî “îsrafê” bê dayîn.