Hepsa malê dan Hevşaredarên Sêrtê 2020-05-19 13:39:47 SÊRT - Hevşaredarên Sêrtê yên HDP'î ku qeyûm tayinî şûna wan kirin jî di navde, 10 kesên hatibûn binçavkirin 6 kes bi şertê kontrolê serberst berdan û der barê 4 hevşaredar de jî biryara hepsa malê dan.  Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de qeyûm tayînî 5 şaredariyên HDP'ê kirin. Di heman rojê de polîsan bi ser malên Hevşaredaran de girt û hevşaredar binçavkirin. Li Sêrtê jî qeyûm tayînî Şaredariyên Sêrt, Misirc û Hawelê kirin û Hevşaredar binçav kirin. Hevşaredara Sêrtê Berivan Helen Işık û Peymandara Turhan, Hevşaredarê Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û Ozden Gulmez, Hevşaredarê Misircê Baran Akgul û Esmer Baran, Xebatkarên Şaredariya Sêrtê Eşref Tekin, Gulçin Koneş û Beşir Aksu û Resul Kaçar ê mazbata wî nedabûn wî hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê. Piştî lêpirsîna wan bi dawî bû sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî piştî li îfadeya 10 kesan guhdar kir Hevşaredarê Sêrtê Peymandara Turhan, Hevşaredarê Misircê Esmer Baran, xebatkarên Şaredariya Sêrtê Eşref Tekin û Gulçin Koneş, Resul Kaçar û Beşir Aksu, bi şertê kontrolê, serbest berdan.    Dozger, Hevşaredara Sêrtê Berivan Helen Işik, Hevşaredarên Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û Ozden Gulmez û Hevşaredarê Misirce Baran Akgal jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî der barê 4 hevşaredaran de biryara hepsa malê da û şandin hepsa malê.      Ji rêveberên HDP'ê Beşir Kaya bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: "Ev zilm e. Heqareta li gelê Kurd e. Em her carê Şaredariyan qezenç dikin dîsa qeyûm tayîn dikin. Em vê yekê qebûl nakin."    Welatî Remzî Turkoz jî diyar kir ku ew tayînkirina qeyûman qebûl nakin. Welatî Siraç Sevîmlî jî anî ziman ku ew qeyûman nas nakin û mafê gelê Kurd ê bijartin û hilbijartinê ji destê wan hatiye girtin.    Bavê Hevşaredara Hawêlê Ozden Gulmez Nahir Gulmez, jî bertek nişan da û got "Êv ne qeyûm e. Ev xezp e.    Welatî Teybet Tekin, Evin Gurgen jî anî ziman ku ew vê yekê qebûl nakin û dê li diji qeyûman li ber xwe bidin.