Daketin kolanan û qeyûm şermezar kirin 2020-05-19 14:58:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina HDP'ê û rêxistinên civakî li dijî tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên HDP’ê li gelek navendan daketin qadan û çalaki li dar xistin. Rêxistinan di çalakiyan de gotin “Ev wisa nameşe" û bertekên xwe anîn ziman.  Piştî Wezîrê Karên Hundir, qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Îdîr, Sêrt û navçeyên Misirc û Hawêlê û Bajaroka Vartînis a Mûşê kir bertek û nerazîbûn zêde dibin. Nûnerên rêxsitinên civakî û HDP'ê li gelek navendan daket qadan û çalakî li dar xistin. Di çalakiyên şermezarkirinê de hat destnîşankirin ku tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Sêrt, Îdir, Misirc, Xana Hawêl û Vartînîsê yên HDP’ê “darbeya AKP’ê” ye.    AMED    Li pêş avahiya HDP'ê ya Navçeya Sûrê nûnerên rêxistinên Demokratîk û Rêvberên HDP'ê kom bûn û daxuyanî dan. Li pêş avahiyê pankarta “Qeyûm xezpa vînê ye. Em tu carî qebûl nakin" vekirin. Parlamenterên HDP'ê û gelek kesên din amade bûn. Hevseroka HDP'ê ya Sûrê Hatun Yildiz, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman dixwazin gelê kurd bê vîn bihêlin û qeyû di nava gel de qet ne rewa ye.    Çalakî bi dirûşmeya “Berxwedan jiyan e" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin û bi dawî kirin.    ŞIRNEX    Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê jî endam û rêveberên HDP'ê û nûnerên rêxistinên demokratîk li pêş avahiya HDP'ê ya Sîlopiyê kom bûn û tayînkirina qeyûman şermezar kirin. Parlamenterên HDP'ê, hevşaredar û rêveberên HDP’ê amade bûn. Di çalakiyê de pankarta “Qeyûm darbeya li dijî vîna hilbijêr e" vekirin û daxuyanî dan. Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozgüneş, diyar kir ku AKP her ku diçe bêtir biçûk dibe û ji ber vê yekê êrîşî derdorê dike û qeyûm tayînî şaredariyan dike Ozgneş anî ziman ku ew dê şaredariyan dîsa qezenç bikin, demokrasî, aştî û edaletê bînin Tirkiyeyê.   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.   RIHA   Rêxistina HDP’ê ya Rihayê têkildarî tayÎnkirina qeyûman daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka Rêxistina HDP’a Rihayê Emîne Çetîner di daxuyaniyê de axivî û got: “Vîna gel bi qeyûman ji holê radikin û dixwazin rejîma qeyûman ava bikin. Îqtîdar dixwaze vê mayînde bike. Ji me û şaredariyên me ditirsin. Şewb, vîn, maf û hiqûqê nas nakin û qeyûman tayîn dikin.”   Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî destnîşan kir ku mafê bijartinê ji destê gelê kurd digirin û got: “Yên ku behsa demokrasiyê û mafê mirovan dikin qeyûman tayîn dikin û vîna gel nas nakin. Zilmek wiha li tu devera dinyayê nîne. Darbekar li dijî gelê kurd darbeyê dikin. Her roj zilmê li gelê kurd dikin. Lê wê gelê kurd netirse û têkoşîna bidomîne. Şaredariyên we nikaribû bi hilbijartinê bi dest bixin, lê hûn bi zordestiya qeyûm desteser dikin.” Daxuyanî bi berzkirina dirûşm û çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   SEMSÛR   Rêxistina HDP’ê ya Semsûrê jî tayînkirina qeyûman bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kir. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Navendî Hasarî Ogûz daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê li dijî qeyûman têkoşîna xwe bidomînin.   EDENE   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê jî tayînkirina qeyûman û binçavkirin û girtina hevşaredaran şermezar kirin. Daxuyanî li Parka Heykel hat dayîn û Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari û rêveveberên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdar bûn. Bi vekirina pankartê gotin ew qeyûman naxwazin û dirûşm berz kirin.   Li ser navê platformê Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Edeneyê Îlhan Ongur axivî û got: “Dewlet êdî ne hiqûqî ye, êdî bi dewletek artêşa trolan re rûbirû maye. Qeyûm kirinên partiyek îqtîdarê ye û li dijî demokrasî û gel e. Bi qeyûman îradeya gel hat dizîkirin û desteserkirin, em ê jî bêdeng nemînin. Tayînkirina qeyûman dewama înkarkirin û tunekirina gelê kurd a polîtîkaya sed salî ye. Divê hemû hevşaredar vegerin ser wezîfeya xwe û polîtîkaya qeyûman ji holê were rakirin.”   Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari jî axivî û destnîşan kir ku ew ê li dijî zîhniyeta qeyûman têbkoşin.   ÊLIH    Li Êlihê jî, tayinkirina qeyûman hat şermezar kirin. Rêxistina HDP'ê ya Êlihê li ber avahiya partiyê daxuyanî da  çapemeniyê. Hevşaredarên Êlihê yên ji peywirê hatin girtin Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, parlamenterên HDP'ê yên bajêr Feleknas Uca û Necdet Îpekyuz û endamên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.    Parlamenter Necdet Îpekyuz di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Em di pêvajoyek zor û zehmet re derbas dibin. Aboriyê li binî xistiye. Mirov bi pandemiyê re têdikoşin. Tevahiya cîhanê li ser pergala jiyaneke civakî nîqaş dike. Hemû kes hewl didin pereyên heya niha ji bo şer bi kar anîne êdî ji bo aştiyê bi kar bînin. Lê li Tirkiyeyê mafê gelê kurd ê hilbijartinê ji dest tê girtin. Yên hatine dayînkirin her yek ji wan karmendeke. Dibe ku karmend biçin û werin. Lê em li vê derêne. Êlih jî Sêrtê ya me ye."   Daxuyanî bi dirûşmeya "Qeyûm darbeye" bi dawî bû.   Li Agirî, Bedlîs û Colemergê jî bi heman armancê daxuyanî hatin dayîn û di daxuyaniyan de wiha hat gotin: "Em tayînkirina qeyûman şermezar dikin. Emê li dijî polîtîkayên zextê li ser qadê têbikoşin. Tayinkirin qeyûman dij demokrasiyê ye. Bi zextan wê nekarin gelê kurd teslîm bigirin.