Nanê zuha jî bi mista wan nakeve 2020-05-20 09:23:46 ERZIROM - Penaberên di şewba vîrûsê de di malê de man, bi birçîbûnê re rû bi rû mane. Penaber, ji ber tunebûnê neçarin zikê xwe bi nanê zuha têr bikin, diyar kirin ku gelek caran nanê zuha jî bi mista wan nakeve.  Şewba vîrûsa corona (Covid-19) di vê pêvajoyê de herî zêde bandor li ser penaber û kesên xizan kir. Penaberên ku berê nikaribûn debara xwe bikin, piştî şewb belav bû û di malên xwe de hatin hepiskirin bi birçîbûnê re rû bi rû mane. Penaberên ku bi heviya derbasî Ewropa bibin, ji welatên Afganistan, Îran û Pakistanêhatin Erziromê, rojên pir zor û zahmet derbas dikin.   JI MAHABADÊ KOÇ KIR    Penaberê bi navê Nevzar ji ber meseleyên siyasî di sala 2013'an de li gel hevjîn û 2 zarokên xwe ji Mahabadê koç kir û hat li Erziromê bi cih bû. 7 salin li Erziromê dijî. Ji ber qedexe ye derkevin dervê bajar 7 salin li Erziromê dijî. Her mehê 800 tl didin kîraya xanî, lê qedexe ye kar bike.    Nevzar, anî ziman ku ji ber qedexe ye kar bike û ji neçarî kar kir, gelek caran rastî ceza hatiye û wiha got: "Fitiqa min a piştê heye. Ji bo ez biçin nexweşxaneyê neçar im kar bikim. Ez diçim nexweşxaneyê nikarim derziyê li xwe bixim. Dersiyekê ji li min naxin. Derziyekê bi 25 tl li min dixin. Ez ji neçarî bi qaçaxî kar dikim."    BI ALÎKARIYA CÎRANAN DEBARÊ DIKE   Nevzar, anî ziman ku bi hevkarî û alîkariya cîranan debara xwe dike û wiha lê zêde kir: "Em wekî parsekan dijîn. Pereyê ez bidim kîra xanî tune ye. Zarokên min bi nanê zuda zikê xwe têr dikin. Ev jiyan ji bo me ne tu jiyan e. Ji ber vê yekê em ji mirine natirsin. Heta niha me wecê rûpoş û pereyan nedîtiy. Tu rûpoş nedane me. Li Tirkiyeyê li dijî penaeran nêzîkatiyek keyfî heye. Satiya Alîkariya Civakî alîkariyê bi mere nake."    MEHÊ 300 TL DIDE BAREQEYAN    Penaberê bi navê Qeys jî anî ziman ku 5 sal berê ji Afganistanê hatiye Erziromê û wiha got: "Heta beriya vîrusê ez mehê bi Hezar û 500 tl dixebitim. Nêzî 2 mehin ji ber vîrûsê nikarim kar bikim. Min 2 mehan pere ji mutahîd negirt. Ez, zarok û hevjîna xwe di bareqeyekê de dimînin û her meh 300 TL kira didin."    Qeys, ani ziman ku pereyê pê zexîre bistîne tune ye û wiha bi dawî kir: "Ciran alîkariyê didin me. Rayedarên hikûmetê alîkarî bi mere nekir. Tu rayedaran alîkariya zexîre u xwarinê bi mere nekir. Em nikarin biçin nexweşxaneyê.    Rustem jî anî ziman ku zarok û hevjîna xwe li Afganîstan hişt û hat Tirkiye û niha di xaniyê kirê de dimine û her mehê 400 tl dide kîraya xani.      Afganistan’da kalan ailesine para göndermek için sigortasız olarak inşaatlarda çalıştığını ifade eden Rustem, açlıkla karşı karşıya kalışını şöyle anlattı: “Ben 2 ay önce inşaatlarda çatı ve fayans ustası olarak çalışıyordum. Koronavirüs nedeniyle çalışamıyorum ve 2 aydır kiramı ödeyemiyorum. Ev sahibi de sürekli parasını istiyor; ama ne ona verecek ne de Afganistan’da kalan aileme gönderecek param var. Ekmeğimi de borç alıyordum. Borcum arttığı için artık dükkan sahibi borç bir şey vermiyor. Aşevine gidiyorum; ama bir tek ekmek parçası dahi fazla vermiyorlar. Gıda yardımı talebi için gittiğim belediyeler ve kurumunda ise bekar gözükmem nedeniyle bana gıda yardımı yapmayacaklarını söyledi. Burada insana değer vermiyorlar. Kendi siyasi çıkarlarına göre yaklaşıyorlar bize.”    MA / Dindar Karataş