Sykes-Pîcot a nû di dewrê de ye: Divê hêzên Kurd bibin yek 2020-05-20 09:25:29 ENQERE - Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KNK'ê Selahattîn Soro, ji bo pêvajoya nû ya li Rojhilata Navîn îşaret bi civîna Tel Avîvê kir û destnîşan kir ku ji bo kurd di vê serdemê de destkeftiyan bi dest bixin, divê dînamîkên leşkerî û polîtîk hemû bi hevkariyî tev bigerin.    Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Selahattîn Soro ku polîtîkayên Rûsyayê yên der barê Sûriyeyê de ji nêz ve dişopîne, qewimînên dawî yên li herêmê nirxandin.    SYKES-PÎCOT A NÛ    Soro, îşaret bi civîna Tel Avîvê kir ku di 25'ê Hezîrana 2019'an de Îsraîl, DYA û Rûsya li hev kom bibûn û vê yekê wekî "Sykes-Pîcot a Nû" nirxand. Soro, diyar kir ku her sê dewletan Rojhilat Navîn di nav xwe de parve kiriye.    Soro, anî ziman ku hê jî biryarên civînê nehatine deşîfrekirin û got: "Em dizanin DYA, ketiye şûna pêşengên pergala kûrewî Fransa û Îngilîtereyê Xeyalên Rûsyayê yên li Rojhilata Navîn û Behra Spî pêk hatin. Yanî Peymana Sykes-Pîcotê di nav van hêzan de hatiye rojanekirin. Di civînê de, geşedanên li qada Sûriyeyê û Çîn hebûn. Çimkî di warê bejahiyê de herî zêde dilê Çînê dibije axa Rûsyayê. Gava mirov li têkiliyên di navbera Çîn-Rûsyayê de mêze dike, hê di dema Mao Zedong ve navbera Mao û Stalîn nebeş bû. Her du komunîzm dijberî hev bûn. Niha jî aboriya Çînê aboriyeke mezin e. Nifûsa wê pir zêde ye, lê erdnîgariya wê biçûk e. Yanî di warê enerjî û îstihdamê de sînorên wê têra wê nakin. Ji bo vê jî hewl dide deverên nêzî xwe têxe bin serweriya xwe. Loma li ber vê aboriya Çînê û mezinbûna wê ya aborî û jeo-stratejiyî, wê Rûsya nikaribe bi tena serê xwe bitêkoşe. Ji ber vê Rûsya, pêdivî bi hevkariya DYA û pergala Rojavayî dibîne."    HEBÛNA ÎSRAÎLÊ    Soro, di têkiliya navbera DYA-Rûsyayê de bal kişand ser bandor Îsraîlê û got: "Îsraîl, tim û tim dînamîkeke ku siyaseta kûrewî diyar dike. Lobiya herî mezin a Îsraîlê, DYA û Rûsya ye. Lewma di meseleyên kûrewî de, nêzîkbûna refleksên DYA-Rûsyayê, girêdayî ewlehiya Îsralî ye. Bi ya min divê li ser vê yekê lêhûrbûnek baş bê kirin. Civîna 25'ê Hezîranê ya li Tel Avîvê ne tesadufî ye."   Soro, anî ziman ku di civîna 25'ê Hezîranê de Sûriye hatiye parvekirin û Îsraîl ewlehiya xwe garantî kiriye û got, ji bo Îsraîlê komên sunî yên radîkal ên li Sûriyeyê ne tehdîd in. Soro, got: "Tehdîda sereke Îran e. Di pêvajoya nû de hin îşaretên ku dê Îran ji Sûriyeyê bê derxistin hene. Derxistina Îranê ya ji Sûriyeyê wê bi kêrî Rûsyayê jî bê. Di warê pêşeroja Esad û Sûriyeyê de Îran, dest û piyên Rûsyayê girêdide. Pêngavên Rûsyayê asteng dike. An jî  ji ber polîtîkayên Îranê, Rûsya û hêzên din rû bi rû dimînin."    Her wiha Soro, anî ziman ku pozîsyona Tirkiyeyê jî dişibe ya Îranê û got: "Tirkiye jî ji bo rojeva xwe zorê dide DYA'yê. Ji ber ku stratejiya sereke ya Tirkiyeyê dijminatiya bi kurdan re ye, ji xeynî rojeva DYA'yê rojeva xwe ferz dike. Ji ber vê DYA û mutefîkên wê yên li heremê û dînamîkên din û Rûsya rû bi rû dimînin. DYA-Rûsya peymanek çêkirin. Wê DYA Îranê, Rûsya jî Tirkiyeyê konsolîde bike. Hevkêşeyeke wiha derdikeve holê."    REWŞA KURDA   Soro, ji bo pêvajoya nû ku dê bandoreke çawa li kurdan bike jî got: "Kurd, wekî hêzeke mezin derketin holê û serketineke mezin a leşkerî bi dest xistin. Lê belê ji ber nakokiyên xwe yên bi dînamîkên navxweyî re, cih bi cih hin mewzî ji dest wan derketin. Ji ber ku hevkêşeya DYA'yê baş nehat xwendin, Efrîn ji dest derket. Girê Spî jî wisa. Ji ber hevkêşeya YE, rûs, tirkan baş nehat xwendin wisa bû. Yanî pêngavên li gor hevkêşeyan, têkiliya bi her kesî re û liv û tevgera bi dînamîkên xwe yên xweser û veguherîne hêzeke mayinde girîng e. 'Heger tu ne li ser maseyê bî, tu yê di menuyêd e bî.' Divê kurd pozîsyonên xwe yêna ktorî baş bi kar bînin û dînamîzma xwe ya navxweyî baş pêk bînin."    ŞERÊ ÎRAN-IRAQÊ BIBÎR XIST    Soro, ji bo vê şerê Îran-Iraqê bibîr xist û got: "Îranê kurdên Iraqê bi kar dianî; Sedam jî kurdên Îranê bi kar dianîn û di eşr de kurdên her du perçeyan di warê erdnîgarî û siyasî de derbên giran xwarin. Niha ev xetere li Rojava jî heye. Lewma siyaseta Rûsya û DYA'yê ya li Rojava xwedî potansiyeleke ku pêşeroja kurdan diyar bike. Bangawaziya Rêber Ocalan a ji bo yekîtiya neteweyî pir girîng e. Ji ber vê li Rojavayê divê kurd hem di warê leşkerî hem jî di warê polîtîk de bi dînamîkên din hemûyan r ebi hevkariyî tev bigerin. Em grîngiya vê ji gotinên Çavûşoglû fêm dikin ku gotibû 'Yekbûna ENKS û PYD'ê projeyek e. Em ê nehêlin ev yek pêk bê.' Herî baş divê ENKS hay ji vê hebe. Çimkî heger PYD bê tasfiyekirin, dê wê derê nedin ENKS'ê an jî li PKK b tasfiyekirin wê Kurdistana Başûr alaya xwe li Qendîlê neçikîne. Wê li serê Qendîlê alaya tirkan daliqînin û 'axirê ez tirk im' binivîsînin. Tasfiyekirina PKK'ê, tasfiyekirina PDK û YNK'ê ye. Li Rojava jî divê ev yek bê fêmkirin."    MA / Selman Guzelyuz