Penaber bi şewbê û birçîbûnê re rû bi rû hatine hiştin 2020-05-20 09:26:10 ÎZMÎR - Seroka Komeleya Pira Gelan Ustun Reînart, bal kişand ser pirsgirêka penaberan û got, di dema şewbê de ji bo penaberan tevdîr nehatine girtin û her diçe pirsgirêka betalî û starbûnê zêde dibe.    Di dema şewbê de ji bo penaberan tu tevdîrên parastinê û aboriyê nayên girtin. Seroka Komeleya Pira Gelan (Halklarin Koprusu Dernegî) Ustun Reînart, bal kişand ser pirsgirêkên penaberan û got: "Bi pirsgirêka birçîbûn û starbûnê re rû bi rû ne."    JI BO PENABERAN TEVDÎR NAYÊN GIRTIN    Reînart, anî ziman ku tevdîrên aborî yên di dema şewba vîrûsa coronayê de hatine girtin, ji bo penaberan nehatine girtin û got, penaber sûd ji alîkariyên hikûmet û rêveberiyên herêmî negirtine.    Reînart, got: "Xwe bi tenê û bêçare hîs dikin. Di vê pêvajoyê de em nikarin dakevin qadê. Loma em bi tevnên pêwendiyê alîkariyê digihînin wan. Helbet ev alîkarî kêm e û têr nake."    KOÇ DIKIN    Reînart, diyar kir ku li Tirkiyeyê penaber li gor statuya xwe dikarin sûd ji xizmeta tenduristiyê bigirin û got, niha 3 milyon û 600 hezar penaberên sûriyeyî bi awayekî demborî tên parastin. Reînart, da zanîn ku zêdetirî 3 milyon penaber jî ji Iraq, Îran û Afxanîstaê ne û ev penaberên şertî yên li ser Neteweyên Yekbûyî qeydkirî ne û got, ev penaber jî ji ber fonên Yekîtiya Ewropayê qeydkirî ne.    Reînart, diyar kir ku li Tirkiyeyê li 29 bajaran 180 Navendên Tenduristiyê yên Penaberan hene û got: "Penaber, dikarin li bajarên ku lê ne serî li navendên tenduristiyê yên penaberan an jî bijîşkên malbatan bidin. Lê li vira şertek heye; tenê dikarin li bajarê ku qeyda wan lê ye biçin van navendan. Lê piraniya penaberan ji ber kar tuneye ji bajarê ku lê qeydkirîne koç dikin, diçin bajarine din. Mixabin wezareta qeyda wan naguherîne. Ev jî di warê tenduristiyê de dibe sedema pirsgirêkan."    Reînart, anî ziman ku penaber nikarin bêheq maskeyan peyda bikin.    Reînart, rapora "Pandemiya Koronayê ya Navenda Paşveşandinê ya Harmandali ya Îzmîrê" ku Komîsyona Penaber û Îltîcayê ya Baroya Îzmîrê amade kiriye jî bibîr xist û got: "Di raporê de cih dane îdiayên ku paqijî nayê kirin û xwegihandina bijîşkan nepêkan e. Di raporê de tê diyarkirin ku şert û mercên tenduristî û paqijiyê xetereyeke mezin didin der. Der barêê rewşa mirovên li vira de em tiştekeî nizanin. Ev jî di warê xwegihandina mafê tenduristiyê ya penaberan nîşan dide ku ka çawa ye."    LI DIJÎ NEFRETÊ PIŞTEVANÎ   Reînart ku got "Di dema şewbê de pêşî mafê tenduristiyê û bi giştî mafê starbûn, aborî û perwerdehiyê yê penaberan divê esas bê girtin" bang kir ku li dijî zimanê nefretî bi piştevaniyî tev bigerin.    MA / Sevda Aydin