Wê tazmînatê bidin girtiyên dest dane ser nameyên wan 2020-05-20 09:29:30 ENQERE - 10 girtiyên ku ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nivîsandibûn û îdareyên girtîgehan dest danîbûn ser nameyên wan, serî li AYM'ê dabûn. AYM'ê ji bo destdana ser nameyan got "binpêkirina mafan e". Piştî vê biryara AYM'ê, wê Wezareta Dadê tazmînatê bide girtiyan.    Girtî Abdûlkerîm Tekîn, Cemîl Akin, Ebubekîr Yûlû, Ferman Yildiz, Gokhan Gunduz, Mehmet Polat, Omer Acma, Sertaç Kiliçarslan, Yûnûs Ozher û Yûsûf Bîrkan ji ber ku nameyên wan hatibûn desteserkirin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabûn. AYM'ê jî ji bo destdana ser nameyan got "binpêkirina mafan e".    Piştî desteyên dîsîplînê yên girtîgehan dest danîbûn ser nameyan, girtiyan jî li Dadgeriya Înfazê îtiraz kiribûn. Piştî dadgeriyê îtiraza wan red kiribû girtiyan serî li Dadgeha Cezayê Giran dabûn. Piştî ev serlêdana wan jî hat redkirin vê carê bi sedema "mafê pêwendîdanînê hatiye redkirin" serî li AYM'ê dabûn.    AYM'ê jî di biryara xwe de diyar kir ku ji bo destdanê tu tiştekî berbçav tuneye û bi vî awayî mafê azadiya pêwendîdanînê yê di xala 22'yan a Qanûna Bingehîn de hatiye binpêkirin.    Her wiha AYM'ê biryar da ku ji bo girtiyekî 2 hezar tazmînat bê dayîn.    Girtiyan di nameyê de xwe de bal kişandibûn ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û di nameyên xwe de behsa tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kiribûn. Ji ber vê îdareyên girtîgehan jî bi hinceta "xetereye" dest danîbûn ser nameyên wan.    MA / Berîvan Altan