Beşdariya bernameya xwarinê jî sûc hat dîtin 2020-05-20 10:59:23   ÎDIR – Beşdariya xwarina HDP’ê ya Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş ê hat girtin wek sûc hatiye dîtin.   Wezareta Karên Navxweyî biryarname da û di 15’ê Gulanê de Hevşaredarê Îdirê yê HDP’yî Yaşşar Akkûş ji wezîfeyê girt û waliyê Îdirê wek qeyûm tayînî şûna wî kir. Yaşar Akkûş heman rojê hat binçavkirin. Di lêpirsîna derbarê Akkûş de hin hûrgulî derketin holê. Tevahiya lêpirsînê dispêrin gotinên şahidên nepen û qeydên hevdîtinên telefonan. Sûcdariya herî balkêş a derbarê Akkûş de jî ew e ku beşdarî xwarina partiya xwe bûye.   AXAFTINA BI HEVSEROKÊ PARTIYÊ RE JÎ SÛC E   Di lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îdirê ve hatiye amadekirin, hevdîtinên telefonê yên heta sala 2009’an ku Akkûş kiriye di dosyeyê de bicih kirine. Axaftina Akkûş a bi welatiyek ku ji dozek hatiye beratkirin jî pirsîne. Gotine ji bo çi bi welatî re axivîyî. Hevdîtina bi telefonê ya Akkûş a beriya bibe hevşaredar ku bi Hevserokê Rêxistina HDP’a Îdirê re kiriye jî wek sûc hatiye dîtin.   HEMAN DOSYE HEMAN SÛCDARÎ   Balkêş e ku Akkûş beriya niha jî ji doza “enamtiya rêxistinê” hatiye darizandin û vê heman dozê ango sûcdariyê dîsa wek sûc li dosyeya heyî zêde kirine.   BEŞDARIYA XWARINÊ JÎ BÛ SÛC   Sûcariyek din jî ya derbarê Akkûş de balkêş e. Di 16 çileya îsal de Rêxistina HDP’ê ya Îdirê bi destûra walîtiyê xwarina piştevaniyê dide. Beşdariya Akkûş a ku çûye xwarinê jî wek sûc hatiye dîtin.