Paylan: Çima wezîr warên dîrokî û dêran naparêze? 2020-05-20 11:22:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan têkildarî talankirin û wêrankirina warên dîrokî û dêran, ji bo Wezîrê Turîzm û Çandê Mehmet Nûrî Ersoy bibersivîne pirsname da meclîsê û got: "Çima wezareta we warên dîrokî û dêran naparêze?"    Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan têkildarî talankirin û wêrankirina warên dîrokî û dêra Rûm a li Gundê Yeşîldere ya Gumuşxaneyê, ji bo Wezîrê Turîzm û Çandê Mehmet Nûrî Ersoy bibersivîne pirsname da meclîsê û got: "Çima wezareta we warên dîrokî û dêran naparêze?" Paylan, anî ziman ku li Gundê Yeşîldere yê Gumuşxaneyê Dêra Rûm ji aliyê gencîneger (defnîger) tê talankirin û wêrankirin û wiha got: "Vê dêra dîrokî ku bi sedan salan li ser piyan ma, ji aliyê gencînegeran ve tê talankirin. Heta 5 sal berê li ser piyan bû. Di salên dawî de ji aliyê gencînegeran ve hat rûxandin. Rastiya gencîneran a zerarê dide warê dîrokî û çandî li ber çavan e.    Li gorî vê yekê:    * Gencînegerên ku li Dêra Yeşîldere ya Rûman kolandinê dike û berhemên dîrokî dibin hatine tespîtkirin û der barê waen de lêpirsîn hatiye vekirin?  * Çima Wezareta we warên dîrokî û Dêra Yeşildere û yên dora Gumuşxaneyê naparêze?   * Ji bo Dêra Yeşildere bê nûkirin û restorekirin tu xebatên we hene û dê hebin?  * Xebatên we yên ji bo berhem û nirxên dîrokî û çandî yên aydî Xiristiyanan bên parastin hene? Ku hebin çine?  * Hûn çima xebatên gencinegeran (defneger) asteng ranawestînin û asteng nakin?"