30 karkerên bi koronayê ketine ne li nexweşxaneyê li konteyniran tên ragirtin 2020-05-20 11:35:01   STENBOL – Li Stenbolê ji 30 karkerî zêdetir ên li nexweşxaneya sahra ya Balafirgeha Ataturkê dixebitin û ku testa wan koronayê pozîtîf derketiye li şûna nexweşxaneyê di konteyniran tên dermankirin.     Li ser fermana Serokkomar Tayyîp Erdogan di 6’ê nîsanê de li Balafirgeha Atatûrkê ya Stenbolê dest bi çêkirina nexweşxaneya sahra ya ji bo vîrûsa koronayê hat kirin. Karkerên di înşata nexweşxaneyê de dixebitin bi koronayê ketin. Ev nexweşxaneyên sahra hem li navçeya Sancaktepeya Stenbolê û hem jî li Balafirgeha Ataturkê ji aliyê HoldÎnga Ronesans ve tên çêkirin. Ajansa me xwe gihand karkerên li înşata nexweşxaneya sahraya li Balafirgeha Ataturkê û radigihîne ku bi ser 30 kerkeran testpa wan koronayê pozîtîf derketiye.   Karkerên ku li şûna li nexweşxaneyê dermankirina wan koronayê were kirin li konteynirên karkerên Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîrê lê dimînin tên dermankirin. Tê gotin dê sibê nexweşxane were vekirin.     Karkerê ku testa wî pozîtîf derket Huseyîn Domen ê ku li konteynirê bi karkeran re hatiye bicihkirin dîmenê cihê lê dimînin kişand, parve kir û tişta hatiye serê wan vegot. Domen dibêje ku ew jî bi koronayê ketiye û heta niha li şûna wan bibin nexweşaneyê birine konteyniran. Domen anî ziman ku tu tevdîr ji bo wan nehatine girtin û paqijî jî qet nîne, bijîşk nîn in û tu tiştek nîne.   Domen got karkerên ku testên wan pozîtîf derketine li konteynirên înşata Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîrê tên ragirtin.   Hin kerkerên din jî ku nexwestin navê xwe bidin jî heman gazinan kirin û diyar kirin ku ne mimkin e ku ew bi koronayê nekevin. Karkeran got testên wan nehatine kirin û ew şerpezetiyê re hevrû mane û rewşa wan ne tu rewş e. Karkeran da zanîn ku ne bijîşk heye û ne jî tevdîr hatine girtin.