Ji Gola Sixkê 30 ton çop derxistin 2020-05-20 13:07:06   WAN - Ji peravên Gola Sixkê 30 ton çopa ji ber berfa zivistanê kom bibû derxistin.   Ji perav û derdorên Gola Sixkê ya dikeve sînorê navçeya Tûşba ya Wanê, 30 ton çop hat derxistin. Çopa ku di zivistanê de avêtin golê bi helîna berfêre, weke dêzan bû. Çopa ku li ser hev kom bibû, bibû cihê kuçik û qaqlîbazan, ji aliye Şaredariya Rêya Armûşê ve hat paqijkirin.