Li Nexweşaneya Zarokan a Amedê tundî li jinê kirin 2020-05-20 15:15:46   AMED - Şaxa SES’ê ya Amedê, diyar kir ku endama wan Mûazzez Balsak li nexweşxanê rastî tundiya hevjînê xwe yê di merheleya hevberdanê de bû hat û daxwaza Balsak a guhertina cih hat redkirin.   Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Amedê, derbarê endama xwe Mûazzez Balsak a li Nexweşxaneya Zarokan a Amedê, rastî tundiya fîzîkî û derûnî ya hevjînê xwe yê di merheleya hevberdanê de bû hat de, daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li ber Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê hat dayîn. Polîsan berî daxuyaniyê ewlekariyek zêde girtin.   ‘DAXWAZA BALSAK QEBÛL BIKIN’   Sekretera Jinê ya Şaxa SES’ê ya Amedê Rozerîn Çatak, daxuyanî da û wiha axivî: “Ji ber newekheviya zayendî ya civakî ya di polîtîkayên jinê de, piraniya jinan di demên cuda yên jiyana xwe rastî tundiya fîzîkî, aborî û derûniyê tên. Di feraseta kar a pergala hiqûqî de, ji ber nêzîkatiya “di carekê de, tiştek nabe” bersûc nayin ceza kirin. Endama me Muazzez niha li Nexweşxaneya Zarokan a Amedê karê dermanfiroşiyê dike. Di merheleya ku evjînê xwe berdeye. Hevjînê wê Mehmet Balsak di vê pêvajoya berdanê de, dema Muazzez nobedara şevê bûye tê nexweşxanê, tundiya fîzîkî û derûnî lê dike. Mehmet di dema tundiyê de bi dehan car wê û malbata wê bi kuştinê tehdît dike. Balsk ji ber vê yekê daxwaz kir ku cihê wê bê guhertin. Lê ev daxwaza wê hat redkirin. Di rewşeke wiha de divê daxwaza wê bê qebûlkirin. Em jin naxwazin ku piştî tundî û kuştinan jinan, daxwazên wan bên qebûlkirin. Em dixwazin ku ev jin dema dijîn daxwazên wan bên qebûlkirin.   MIDURIYETA TENDURISTIYÊ YA BAJÊR BERPIRSIYARE   Çarak,  da zanîn ku ger tiştek bi endama wan Balsak were, berpirsiyarê wê Miduriyeta Tenduristiyê ya Amedê û rêveberiya Nexweşxaneya Zarokan a Amedê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê derbarê berpirsiyaran de lêpirsîn bê dest pê kirin û cezakirin.”