Li Payîzavayê taxekê kirin qarantînayê 2020-05-20 16:25:26   WAN – Li gundê Şikeftan ê navçeya Payîzavayê, ji ber ku testa vîrûsa koronayê ya kesekî din jî pozîtîf derket, gund kirin qarantînayê.   Di 9’ê gulanê de li navçeya Artêmatan a Wanê kesekî qrîza dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Ji gundê Şikeftan ê navçeya Payîzavayê ya Wanê 3 kes tevlî merasîma cenazeyê vî kesî bûbûn û piştre vegeriyabûn gundê xwe. Di 17’ê gulanê de ji van her sê kesan yek jê nexweş ketibû û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê testa vî kesî pozîtîf derketibû. Li ser vê yekê li gundê kontrol û testên vîrûsa koronayê hatibûn kirin. Ji ber ku testa kesekî din pozîtîf derket, Lîjneya Hifzissihha ya Navçeyê gund kir qarantînayê. Têketina gund ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin û destûr nayên dayîn ku kes bikeve gund û jê derkeve. Xebatên komên tenduristiyê jî li gund didome.