Ji bo Tîmtîk û Unsal dest bi kampanya îmzeyan kirin 2020-05-20 16:38:26   STENBOL - Koordînasyona Azadiya Parastinê, kampanya îmzeyê ji bo parêzer Aytaç Unsal û Ebrû Tîmtîk ên bi daxwaza “Mafê darizandinek adîlane” di rojiya mirinê de ne, dest bi kampanyayê kir.   Koordînasyona Azadiya Parastinê, ji bo parêzer Aytaç Unsal û Ebrû Tîmtîk ên di 5’ê Sibata 2020’an de bi daxwaza “Mafê darizandinek adîlane” dest bi greva birçîbûn kirin û di 5’ê Nîsanê de greva xwe ya birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê, dest bi kampanya îmzeyê kir.   Di metna îmzeyê ya têkildarî kampanyayê hat parvekirin de, wiha hat gotin: “Derbarê rewşa tenduristî û jiyana Tîmtîk û Unsal de fikarên me hene. Weke ku raya giştî jî baş dizane, mafê parastinê û darizandinek adîlane yên 18 parêzerên ÇHD’ê hatine binçavkirin û bi giştî 159 sal cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn. Dadgerê biryara berdanê ji bo parêzeran da ji dozê hat girtin. Dodgerê tayînê dadgehê hat kirin jî, bi lez û bez xebatên parêzeran sûç dît û doza wan hîna li ber Dadgeha Bilind radiweste. Em weke kesên vê metnê îmze dikin, derbarê pratîka darazê ya ku siyasî bûye de fikarên me hene. Em hemû xwedî wê berpirsiyariyê ne ku mirovan bidin jiyîn. Ji bo parêzerên ÇHD’ê bi awayekê adîlane bên darizandin, em bang li Dadgeha Bilind û Wezareta Dadê dikin ku erka xwe bi cih bînin.   Em bang li hemû kesan dikin ku piştgiriyê bidin kampanya me ya îmzeyê.   Kesên bixwazin beşdarî kampanyaya îmzeyê bibin, dikarîn agahiyên nav, paşnav, pîşeya xwe û bajarên lê dimînin ji bo maîla adresa savunmayaozgurluk@gmail.com bişîne.”