23 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan 2020-05-20 19:36:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 23 kesên din jî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dane. Hejmara pêketiyan jî bû 152 hezar û 355.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrûsa coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.  Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 972 kesên din jî bi şewbê ketine û 23 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.    Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 152 hezar û 355 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 222.