HDP'iyên polîsan ew bi îşkenceyê binçavkirin hatin berdan 2020-05-21 07:38:24   ENQERE – Endam û rêveberên HDP'ê yên duh li Enqereyê qeyûm şermezar kirin û bi îşkenceyê hatin binçavkirin, di saetên şevê de serbest hatin berdan. Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Vezir Coşkun Parlak ku rastî îşkenceyê hat û serê wî şikandin, 5 kêl avêt birîna wî.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqereyê duh ji bo tayînkirina qeyûm a Şaredariyên HDP'ê yên Idir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînîsê şermezar bike, daxuyanî dabûn û polîsan êrîşî wan kiribûn. Polîsan bi îşkenceyê 9 endam û rêveberên ku di navde Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Civaknas Veli Saçilik, Endamê meclîsa HDP'ê Prz. Alişan û Parlamenterê HDP'ê yê berê Nihat Akdogan jî di navde bi îşkenceyê binçavkiribûn û piştî îfadeya wan girtin şev nîvê şevê serbest berdan. Polîsan bi hinceta "Li dijî zagona meş û xwepêşandanan muxalefet kirine" binçavkirin û piştre serbest berdan.      Polîsan dema Hevserorê HDP'ê yê Enqereyê Vezir Coşkun Parlak binçavkirin îşkence lê kirin û serê wî şikandibûn. Piştî îşknceyê biribûn nexweşxaneyê û 5 kêl avêtibûn birîna serê wî. Coşkun Parlak, piştî rapora lêdanê bigire dê der barê polîsan de serlêdana sûc bike.