Bendavê barê koçeran girantir kir 2020-05-21 09:16:04 ÊLIH - Koçerên ku hinek rêyên wan ên çûyînê di bin ava Bendava Ilisûyê de mane, diyar kirin ku zor û zehmetiyên dikişandin zêdetir bûne û gotin, sewalvanî jî ne wekî berê ye.    Ji Mêrdîn û Êlihê koçer berê xwe didin zozanan. Îsal ji ber şewba coronayê koçer nikarin di Bedlîs û Çewligê re derbas bibin, loma piştî Êlihê mecbûrî li wesayîtêan siwae dibin. Her wiha ji ber Bendava Ilisûyê û ji ber mêrg û çêre di bin avê de mane û rêyên wan ê çûyînê hatine girtin, zor û zehmtiyên ku koçer dikişînin jî zêde bûne.    ‘EW DER JI BO ME BIHUŞT E'    Hin koçerên ji hêla Mêrdînê hatine, derbasî herêma Ridvanê dibin, ji Misirc û Dihê derbasî Herekolê dibin û hin jê jî di ser Êlihê re derbasî Bedlîsê dibin. Her wiha Koçerên ji NIsêbînê ketine rê û dê bçin Bedlîsê jî gihîştin Êlihê.    Koçer Abdûlvahap Temel, diyar kir ku rêwîtiya wan heya dawiya meha Gulanê dewam dike û got: "Berê rêyên çûyînê pir bûn. Lê niha tenê du nuqte mane. Yek jê Pira Heskîfê û ya din jî Pira Kantarê ye. Mêrg di bin avê de man. Ew der ji bo em bihuşt bû. Me bihostek axa wê nedida bi zêran. Niha di bin avê de ma. Dewlet, ji bo sewalvanî nemîne çi ji desta tê dike. Halbûkî divê piştgriya koçeran bike ku sewalcanî pêş bikeve. Heger ev qedexe dewam bikin wê kîloya goşt bibe 100 TL jî."    Temel, diyar kir ku di çûyînê de çendî ku heywanên wan biguahr in jî dîsa ceza li wan tê birîn û got: "Piştî rê hatin girtin, mecbûr em di rêya asfalt re derbas dibin. Vê carê jî bi hinceta derdor qirêj dibe û hwd. ceza li me tê birîn. Nahêlin em vî karî bikin."    Kurê Temel Bûrhan Temel jî hem xwendekarê zanîngehê ye hem jî alîkariya bavê xwe dike. Temel, xwest piştgiriya koçeran bê kirin û got, sedema şewbê berên pîşesaziyê û tunekirina xwezayê ye.    MA / Metîn Yoksû