Di mehekê de 271 binpêkirin û 561 îşkence 2020-05-21 13:10:53 ENQERE – Li gorî rapora binpêkirina mafên mirovan a Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, di meha nîsanê de 271 bûyerên binpêkirinê û 561 bûyerên îşkence çêbûne. Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê û Serokwekîlê Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclisê Sezgîn Tanrikûlû, “Rapora Binpêkirina Mafan a Nîsanê” aşkera kir. Li gorî raporê di meha nîsanê de 271 binpêkirinên mafên mirovan çêbûne. Ji van binpêkirinan 220 jê cinayet, 20 jê cînayetên jinan, 3 jê sedema vîrûsa koronayê, bi giştî 10 jê li girtîgeha mirin, 17 jê mirinên di encama pevçûnên çekdarî de ne. Dîsa di raporê hatiye diyarkirin ku 3 binpêkirin, ji ber infaza bêdaraz, hişyariya rawestandinê, guleberdana bê ser û ber û binpêkirinek jî ji ber bombeyên bêxwedî bûye.   561 BÛYERÊN ÎŞKENCEYÊ   Di raporê de di bin sernavê îşkenceyê de jî hatiye destnîşankirin ku 561 bûyerên îşkenceyê çêbûne. Ji van 383 jê di çaroveya îşkence û memeleya xerab a li girtîgehan de û 78 jê jî di çarçoveya “îşkenceyê” de pêk hatine.   LI 12 ROJNAMEGERAN LÊPIRSÎN   Di raporê de di bin navê “Azadiya ramanê” de dane hatin parvekirin. Li gorî van daneyan 502 binpêkirin çêbûne. Di raporê de agahî hatiye dayîn ku rojnamegerk hatiye girtin, 3 rojnameger hatine binçavkirin, 12 rojmageran li wan lêpirsîn hatiye vekirin, êrîş li rojnamegerek hatiye kirin. Hatiye diyarkirin ku 22 biryarên berhevkirin û astengkirinê hatine dayîn, herî kêm 500 kes ji ber nêrînên xwe hatine binçavkirin û girtin, 2 kes jî ji ber nêrînên xwe ji bo îfadedayînê hatine vexwendin.