Biryara berdewamkirina girtina Yuksekdag hat dayîn 2020-05-21 13:36:34 ENQERE - Daneşîna 18’emîn a Hevseroka Berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku ji ber vîrûsa koronaye beşdar nebû, hat taloqkirin. Daneşîna 18’emîn a Doza Hevseroka Berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku bi angaşta “rêveberiya rêxistinê” , “propagandaya rêxistinê” , “muxalefeta li dijî qanûna meş û cîvanan” , “tehrîqkirina gel a ji bo kîn û neyartiyê” , “tehrîqa sûc” , “biçûkxistina miletê tirk, dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û rêxistinên dewletê” lê hatibû vekirin, li 16’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin.   Yuksekdag, ji ber vîrûsê tevlî daneşînê nebû, parêzerê wê Can Tombûl li daneşînê amade bû. Parêzer Tombûl, di daneşînê de parastin kir û bi bîr xist ku muwekîla wî Yuksekdag ji 3 salan zêdetir e girtî ye û xwest ku ji ber vîrûsa koronayê û girtina dema dirêj bê berdan. Dozger, xwest ku girtina Yuksekdag bê berdewamkirin. Piştî müzakereye Dadgehê biryara berdewamkirina girtina Yuksekdag da û daneşînê taloqî 14 Tîrmehê kir.