Li ser sînorê Îranê mirin 2020-05-21 14:33:18 WAN - Di navbera gundên Kera û Xecixatun ên navçeya Ebexê ya Wanê de hemwelatiyekê Îranê û 4 hesp hatin kuştin.    Di navbera gundên Kera û Xecixatun ên navçeya Ebexê ya Wanê de, hemwelatiyekê Îranê û 4 hesp di necama gulebarandinê de hatin kuştin. Li gorî agahiyan bûyerê di saetên serê sibê de pêk hat. Nehat  zanîn ku kê gule li hemwelatiyê Îranê û 4 hespên wî reşandin. Cenazeyê hemwelatiyê Îranê yê ku nasnameya wî nehat aşkerekirin, piştî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê dûre şandin Wanê.    Li gorî çavkaniyan, leşkerên Qereqola Leşkerî ya Navçyê her tim li ser sînorê herêmê dewriyê davêjin.