Başaran: Îstîsmar di serdema AKP’ê de 3 qat zêde bû 2020-05-21 14:34:02 AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku di bûyerên îstîsmar û tecavüze de Tirkiye li dinyayê di rêza 3’yemîn de cih digire û ev bûyer di 10 salên îqtîdara AKP’ê de 3 qat zêde bûne. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li avahiya partya xwe ya Amedê têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.   YASAYA ÎSTÎSMARÊ   Başaran da zanîn ku AKP’ê di pêvajoya pandemiyê de îradeya xelkê desteser kiriye û destkeftiyên jinan tune dike. Başaran destnîşn kir ku 4 sal in îqtîdar kiryarên îstîsmarkirina zarokan di bin navê “zewacê” de dixwaze wan berde û bi vê yasaya îstîsmarê ne zarokan kiryaran diparêz in. Başaran anî ziman ku AKP bi her awayî dixwaze pêşî li zarokan bigire û ji qada civakî dûr bike. Başaran got tecawizkaran û kiryarên îstîsmara zarokan dixwazin bi vê yasayê xelat bikin.   TIRKIYE DI RÊZA 3’YEMÎN DE YE   Başaran diyar kir ku di bûyerên îstîsmar û tecavüze de Tirkiye li dinyayê di rêza 3’yemîn de cih digire û got: “Ev bûyer di 10 salên îqtîdara AKP’ê de 3 qat zêde bûne. Ji sedî 46 sûcên cinsî li dijî zarokan tê lipêşxistin. Ji sala 2002’yan vir ve 440 hezar zarokên temenê wan di bin 18 saliyê de welidî ne. Her wiha 15 hezar û 937 zarokên temenê wan di bin 15 salî de jî welidî ne.   ÎSTÎSMARÊ REWA DIKIN   Mixabin di demek meseleya tecawizkirin û îstîsmarkirina zarokan ewqas meseleyek dilê mirov dişewitîne, îqtîdara AKP’ê meseleyê kiriye amûra propagandaya xwe. Mixabin gotin û daxuyaniyên AKP’ê wîjdanê civakê birîn dike. AKP îstîsmarên zarokan meşrû dike. Herî dawî duh serokek giştî yê partiyek zewaca zarokan meşrû dikir. Ev kes sûc dikin. Dewlet jî van kesan teşwîqî sûc dike. Heke ev der dewletek hiqûqî ya demorkatîk bûya wê li dijî van kesan lêpirsîn bida destpêkirin.”   HIKUMET NE MEŞRÛ YE   Başaran, diyar kir ku AKP’ê tenê ji bo meşrûkirina istismara zarokan dixebite û wiha got: “Li gel ku tundiya li ser jinan gelek zêde bûye jî li dijî vê tundiyê planek aşkera nake. Lewre êdî desthilata AKP’ê ne meşrû ye. Pêwîstiyên civak, jin, zarok û xîzanan nabersivîne. Ji 7’ê Hezîrane ve desthilata darbeyeke bi rengî sivîl e. Ji bo têkçûna destkeftiyên jinan bingeh amade dikin. Bi wezîrên xwe şer dixwaze civak ji re serî deyne.”   MEXDÛRIYETA DARBEYÊ   Başaran, bal kişand ser êrîşa li Enqereyê ya li hemberî partiya wan û ev tişt got: “Bi mexdûriyeta darbeyê hebûna xwe didomîne. Weke darbekarên 28’ê Sibatê ji wê tirê qê ku wê darbe hezar sal berdewam bike. Hemû muxalefeta civakî lê di serî de jinan dixwaze bike bin kontrola xwe û siyaseta hebûna xwe didomîne. Vê bi êrîşên xwe yên li hemberî şaredariyên me aşkera raxist ber çavan. Li gorî me ferqa vê darbeyê û darbeyên din tuneye. Şaredariyên me dagir kirine. Dîmenên dagirkirinê û polîtîkayên fetihkirinê jî li holê ne.”   JIN DI HEDEFA QEYÛM DE NE   Rêveberiya Şaredariyan, piştî tayinkirina qeyûman; ji şaredariya Jinê, ji şaredaiya ku bi pergala Hevşaredariyê tên birêvebirin û alîgirê aştiya civakî ne û xizmeta civake dikin, hatin asta şaredariyên ku saziyên jinan digirin, xebatên jinan asteng dikin, mêr tayînî midûriyeta jinan dikin. Di sala 2002'an de Dema AKP bi hilbijartinê hat îqtidarê di peymana xwe ya hilbijartinê de qala rêveberiyên heremî dikir. Lê niha feraseta ku xwe li ser hêzê ava dike li pêş me heye. Niha hedefa ewil a qeyûman jin û xebatên jinan e. Ji ber ku li hemberî rejîma yekperest jin hilberîna alternatif ava dikin. Li aliyekî îstizmar û tacîza zayendî dike zagon, li aliye din dixwaze jin bi tecawizkarê xwe re di malekê de bijî. Yên li dijî vê yekê derdikevin jî dixwaze wan li girtîgehan terkî mirine bikin. Dixwazin siyaseta azadiya jinê tune bikin.   JINÊN LI BER XWE DDIN HENE   Dema ve yekê dikin li aliyê din qala demokrasiyê dikin. Berê jî darbekaran digotin 'Em ê demokarsiyê bînin' Darbekaren berê jî ewil êrîşî jinê û destkeftiyê jinan kiribû. Bi êrîşê li dijî jinê xwestibû hemû civakê teslîm bigirin. Em carek din bi bîra wan dixin. Tu darbekaran darbeyên xwe Hezar salî berdewam nekir. Ev qitîdar jî nikare siyaseta darbeyê hezar salan berdewam bike. Ji ber ku li dijî wê jinên berxwedêr hene. Li qadan, li girtîgehan û li her qadên jiyanê jinên li ber xwe didin hene. Em bang li îqtîdarê nakin. Em bang li rêxistinên jinan dikin. Em bi mexduriyet û hêza xwe hatin cem hev. Îro roja ku jin bên cem hev û piştevaniye bikin e. Ev êrîş ne tenê li dijî HDP’ê ye. Ne tenê li dijî jinên HDP’î, Jinên Kurd û gelê Kurd e. Li dijî hemû jinên têdkoşin e. Êrîşa li diji hemû jinên siyasetê dikin e.    Niha Canan Kaftancioglu, Feyza Altun, Ayşe Sarisu Pehlivan, Ebru Timtik a li Girtîgehê di greva birçîbûnê de ye û bi sedan jin di bin êrîşên AKP'ê de ne. Ger ku ev êrîş tev ji cihekî tên, wê demê divê em hemû jin bibin yek û bi yek dengî bersîv bidin. Divê em bêtir bi rêxistin û dengekî hêl bersîv bidin.    Êrîşa li dijî destkeftiyên jinan yek e. Em jî bibin yek em bi hêz in. Em bi hevre bi hêz in. Em ê bi hevre têbikoşin em ê bi hevre vê feraseta îqtîdara mêrê serdest belav bikin. Ji ber vê yekê em bang li îqtîdarê nakin. Werin em li dijî siyaseta cudakarî û siyaseta êrîşa nasname û nirxên jinê dikin bibin yek û bi hevre piştevaniya xwe xurt bikin. Em berê bi ser ketin. Em cardin jî dikarin bi ser bikevin. Em bawer dikin ku em di pêşerojê de welatê ku jina azad û demokratîk ava bikin. Ez hemû jinan bi hurmetî silav dikim."