Ji Ocalan re nameya cejnê şandin 2020-05-21 16:51:19 STENBOL - Ji bo Cejna Remezanê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasîn yên din re name hatin şandin. Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Stenbolê û rêxistinên HDP’ê yên hemû navçeyan, ji bo Cejna Remezanê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasîn yên din re name hatin şandin.   Têkildarî mijarê Serokê Rêxistina HDP’ê ya Fatîhê Seyrî Îpek, ev tişt got: “Ji bo Cejna Remezanê me Brêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re wêneyên xwaza û name şandin. Bi wesîleya cejnê me daxwaz û pîrozkirinên xwe şand. Girtiyên siyasî rûmeta me ne. Têkoşîna wan a bi rûmet a li hundir, hêz dide xebatên me yên li derve. Em ji hemû girtiyên siyasî re azadiyê dixwazin.”