4 sal in bê delîl girtiye 2020-05-22 09:05:52 EDENE - Hevşaredara Pirxûsê Servîn Karakoç ku bi îfadeyên şahidên veşarî û aşkere sal in girtiye, çendî ku fatûreya tamîrkirina wesayîtê ku di îdianameyê de behsa wê tê kirin berpêşî dadgehê hat kirin jî dîsa nehat berdan.  Hevşaredarên Şaredariya Bajaroka Pirxûsê ya navçeya Xelat a Bedlîsê Ahmed Demîr û Servîn Karakoç, di 11'ê Cotmeha 2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibûn girtin. Piştî her du hevşaredar hatibûn girtin Wezareta Karên Navxweyî jî qeyûm tayinî şaredariya DBP'î kiribû.   Bi îfadeyên şahidên veşarî û aşkere der barê Karakoçê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Bedlîsê jî îdianame qebûl kir.    T.E.'yê ku li ser Karakoçê îfade dabû, di danişînê de gotibû "Dixwazim dozger bibînim. Îfadeya ku tê gotin a min e, îfadeyeke sêwirîner e, ne aydê min e." Lê belê ev gotinên T.E. esas nehatin girtin.    Her wiha di dema lêpirsînê de şahidê bi koda "TL3HA28WLT" jî li ser Karakoçê îfade dabû û gotibû: "Bersûc Hevşaredara Şaredariay Prixûsê ye. Dizanim, perê şaredariyê dide endamên rêxistinê. Tev li merasîma cenazeyên endamên rêxistinê dibû. Wesayîtên karî yên şaredariyê, ne xerabebûna jî wekî ku xerabe ne nîşan dida û ji bo wan fatûre amade dikirin û perê wan ji endamên rêxistinê re dişand."    Karakoçê jî ji bo van gotinan got: "Wesayîteke şareadriyê heye. Di serdema min de tiştekî wê yê wisa bê tamîrkirin pir tunebû. Tenê dizanim carekê du caran divê bê kontrolkirin. Heqê kontrolkirina wê jî 900-2000 TL bû. Îfadeya şahidê veşarî ne rast e."    PÊKANÎNEKE KÊFΠ   Parêzerê Karakoçê Hadî Cîn jî anî ziman ku gava Karakoç hevşaredar bûye mufetîş şaredarî kontrolkirine û qeydên darayî hemû lêkolîn kirine, lê pirsgirêkek jî endîtine.    Cîn, bilêv kir ku wan jî qeydên şaredariyê lêkolîn kirine û pereyê tamîrkirinê yê behsa wî tê kirin j miqdareke pir hindik e û got, dadgehê daxwaza wan a ji bo anîna raporên mufetîşan û fatûreyên şaredariyê bêbersiv hiştiye. Ligel hemû delîlan dîsa jî heyeta dadgehê biryara berdewamiya girtina Karakoçê daye.    Cîn, destnîşan kir ku 4 sal in muwekîla wê bi awayekî bêhiqûqî tê darizandin û ji ber ku di Girtîgeha Jina ya Sîncanê de ye wê neanîne danişînê û got, mafê wê yê darizandina adil û mafê wê yê parastinê hatiye binpêkirin. Cîn, anî ziman ku niha darizandineke kêfî heye û got: "Ev veguheriye tiştekî rûtîn. Tişta heyî rehîngirtineke siyasî ye."    MA / Hamdûllah Kesen