'DEDAŞ di bin banê dewletê de dest xistiye qirika me' 2020-05-22 09:07:35 MÊRDÎN - DEDAŞ'ê ceryana bi dehan gundên Mêrdînê qut kiriye. Ji ber vê gundî bi rojan e hem bê ceryan in hem jî bê av. Welatiyan destnîşan kir ku ya tê kirin zilm e û gotin: "DEDAŞ, di bin banê dewletê de dest xistiye qirika me."  Li zêdetirî 40 gundên Qoser û Dêrikê, ji 14'ê Gulanê ve ne ceryan ne jî av heye. Tê gotin ku DEDAŞ'ê "ji ber deynê avê yê bîrên cotkaran" ceryan qut kiriye. Ji ber ku ceryan tune ava gundiyan jî naherike.    MAKÎNEYÊN NEXWEŞXAN NAŞIXULIN   Şêniyê gundê Enterî yê Qoserê ku 130 mal lê hene Nûrettîn Kiliç (58), anî ziman ku tu deynê wan tuneye lê dîsa jî ceryana wan hatiye birîn. Kiliç, da zanîn ku 800 kes li gund dijîn û got: "Ji ber ceryan tuneye em nikarin avê jî ji bîrên xwe bikişînin. Gundî giş û heywanên me bêav mane."    Kiliç, diyar kir ku ji ber ceryanê rewşa nexweşên gund qet nebaş e û got: "Li gund nexweşên kronîk hene. Hin nexweş bi makîneyan ve ne. Lê ji ber ku ceryan tuneye makîne jî naşixulin. Ji ber ku sarinc jî naşixulin derman xera dibin. Jiyana mirovan di xetereyê de ye." Kiliç, destnîşan kir ku a hatiye kirin bêhiqûqîtî ye û got, DEDAŞ qawetê ji dewletê digire û wisa dike.    DI ROJA COTKARAN DE BIRÎNE   Zekî Akin ê 60 salî jî anî ziman ku kengî dilê DEDAŞ'ê bixwaze wê çaxê wan bê ceryan û bê av dihêle. Akin, bal kişand ser 14'ê Gulanê Roja Cotkaran û got: "Em li benda xeberek xweş bûn, lê bi eşv ceryana me birîn. Tiştên em yên di sarincan de xera bûne. Şaredariya Dêrikê tanqêrek av tîne. Hê em du metereyan danagirin tanqêr vala dibe. Ava tînin em ê vexwin an heywanên me em jî nizanin. Em perîşan bûne."    Akin, anî ziman ku xeta ceryanê ya bîrên nav erdan û ya malan heman xet e û got: "Madem hin kes deyndar in, nexwe bila wan tespît bikin û ceryana wan bibirin. Heger tenê deynê bîra be, nexwe bila ya bîra bibirin. Çima radibin ceryana malan dibirin? Bi deh hezaran mirov mexdûr bûne. Av tuneye em pê destnimêjê bigirin. Em avê ji koncalên ji ber baranê tijebûne peyda dikin. Heywanên me jî van koncalan vedixwin. Rojê du sed heb heywan ji van koncalan avê vedixwin. Em avê dikelînin û wisa vedixwin. Ên bawer nakin bila werin bi çavên xwe bibînin. Em kirin muhtacê avê. Em û heywanên xwe ji heman cihî vedixwin. Em xwe ji şewbê biparêzin an jî ji nexweşînên ji ber vê avê?"    ZAD HIŞK DIBIN   Şêniyê gundê Mûstafamilik ê Dêrikê Hidir Akin ê 37 salî jî diyar kir ku nikarin erdê xwe av bidin û got: "Ji ber vê zadên em hişk bûne. Hêviya me baran e. Heger ji debra îsal tiştek bi destê me nekeve sala bê em ê çi bikin?" Akin, destnîşan kir ku ji sala 2013'an ve ceryana wan tê birîn û got: "her sal dibêjin divê hûn çandiniyê bikin, lê dema çandiniyê radibin ceryana me dibirin. Îjar em ê çawa cotkariyê bikin? Dewletê Ewropayê piştgiriya cotkaran dikin, lê dewleta me rê li ber me digire. Heger cotkar karibe çandiniyê bike wê fêdeya wî li aboriya welêt jî bibe. Em nikarin bi perê xwe çandiniyê jî bikin. Ev şîrket di bin banê dewletê de dest dixe qirika gel. Îsal ji ber qutkirina ceryanê randiman ji sedî 30 kêm bû."   ZILM E    Mahmût Demîr (55) jî anî ziman ku hefteyek e ceryana wan tuneye û bê av in. Demîr, destnîşan kir ku ya tê kirin "zilm" e û got: "Ji xwe ji be rvê şewbê gelê me perîşan bûye, bi ser de jî radibin ceryan û ava me dibirin. Heywanên me ji tîna perîşan bûne."    MA / Omer Akin