George Dîrîl: Dibe ku hin kesên ji hebûna me aciz in heb in 2020-05-22 09:11:34 MÊRDÎN - George Dîrîl, ji bo windabûna apê xwe Hurmuz Dîrîl ku 133 roj in windaye diyar kir ku xebatên ji bo lêgerînê kêm in û got, dibe ku hin kesên ji hebûna wan aciz in ev yek kiribin.  Di 11'ê Çileyê de Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ji gundê xwe Mehrî yê Bêşebaba Şirnexê ji aliyê hin kes an jî kesên nasnameya wan endiyar hatin revandin. Cenazeyê Şîmon Dîrîlê di 19'ê Adarê de li qeraxa Çemê Hêzilê hatibû dîtin, lê belê hê jî aqûbeta Hurmuz Dîrîl aşkere nebûye. Piştî hevjînên hev winda bûbûn lêpirsîn hatibû destpêkirin û biryara "veşarî" danîbûn ser lêpirsînê. Çend roj berê HPG'ê jî têkildarî bûyerê daxuyanî dabû û gotibû, komeke kontrayî ya ji 3 kesan pêk tê Hurmuz û Şîmonî Dîrîlê revandine û her du jî kuştine û wan avêtine Çemê Hêzilê.    Biraziyê Hurmuz Dîrîl George Dîrîl agahiyên heya niha bi dest wan ketine parve kir. Dîrîl ku got "Nediyar e ku lêpirsîneke baş tê kirin an na" bal kişand ser îfadeya xizmê xwe yê li gund. Dîrîl, anî ziman ku îfadeya hatiye dayîn ne îfadeyeke hevgirtî ye û got: "Got, ditirse û gef lê tên xwarin. Dozgeriyê du caran ew guhdar kir. Cara ewil wekî şahid, cara dudoyan jî wekî gumanbar. Gelo ji ber gef lê tên xwarin an jî ber tê tirsandin wisa dike. Nizanim, lê nikarim tiştekî zelal bibêjim. Di îfadeya xwe ya ewil de gotibû 3 endamên PKK'ê ew revandine û daye dû wan û gotiye 'hûn wan dibin kuderê' û ji ber wisa gotiye gef lê hatine xwarin. Bi rastî jî em nizanin ka kîjan rast e."    ÇIMA HEDEF HATINE GIRTIN?    George Dîrîl, anî ziman ku apê wî xwestiye gund ji nû ve ava bike û got, dibe ku ji ber vê hedef hatibin girtin.   Dîrîl, got: "Apê min, 10 sal in sebeba hebûna vî gundî ye. Gund ji sala 1994'an ve vala bû. Di sala 1994'an de li herêmê bi hezaran gund hatin şewitandin û rûxandin. Heger apê min ji bo avakirina gund çûbûna wê gund hê jî vala bûne. Dibe ku hin kesên ji hebûna me ya li wir aciz in hebin. Ji xwe aşkere ye ku ji ber nasnameya xwe naxwazin em li van dera bin."    XEBATÊN LÊGERÎNÊ KÊM IN    Dîrîl, diyar kir ku ji ber hê jî aqûbeta Hurmuz Dîrîl ne diyar e fikarên wan zêde bûne û got, ji destpêkê ve hewldana rayedaran kêm bûye. Dîrîl, got: "A hat kirin ma lêgerîn bû? Lêgerîn ji bo encamekê tê kirin. Du rojan kirin û sekinîn. Heya niha em li gor dereftên xwe li wan digerin. Tu derfeteke me ya teknîkî jî tuneye. Divê rayedara bibin alîkar. Em dizanin herêm tê şopandin. Heger ji dilê bihata kirin niha kifş bûbû. Lê diyar e naxwazin. Wekî ku kar hel bûbû tev digerin. Tu dibê qey li benda mûcîzeyekê ne. Rayedar dikarin gelek tiştan bikin, lê nakin."    Dîrîl, anî ziman ku ji zûde li benda daxuyaniya HPG'ê bûne û ji bo daxuyaniya hat dayîn jî got "daxuyaniyeke derengmayî ye.". Dîrîl, bibîr xist ku di daxuyaniyê de hatiye gotin Hurmuz Dîrîl jî hatiye kuştin û got, heger di dest HPG'ê de agahiyên cuda hebin xwest bi raya giştî re parve bike.    Dîrîl, xwest lêpirsîneke zelal û çalak bê kirin û raya giştî bê serwextkirin.    MA / Ahmet Kanbal