Rejîma Îranê kolberek birîndar kir 2020-05-22 10:55:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê êrîşî kolberan kir. Di êrîşê de kolberek birîndar bû   Êrîşên rejîma Îranê yên li dijî kolberan dewam dikin û her roj an kolberek tê kuştin an jî têbirîndar kirin. Li gorî agahiyan duh hêzên leşkerî yên Îranê êrîşê komek kolber kirin. Hate zanîn ku kolberê bi navê Bextiyar yê xelkê Awayî Şilmaş a ser bi Serdeşt ve, di encama êrîşê de birîndar bûye. Hat diyar kirin ku Bextiyar ji aliyê niştecihên gundê Bêtuş ve rakirine nexweşxaneya bajarê Serdeşt. Li gorî agahiyên di Kolbernewsê de hatine dayîn, di nava mehekê de 22 kolber ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin û birîndar kirin.