Di rojên vîrûs belav dibe de qelebalixiya kolanan balkêş e 2020-05-22 12:46:33 WAN - Li Wanê di van rojên ku vîrûs dîsa belav dibe de, qelebalixiya li kolanan, bala mirov dikişine ser xwe. Beriya cejnê li gel talûkeya vîrûsê kolan dijî bûn û gelek welatî bêyî rûpoş û tedbîr li kolanan in.  Vîrûsa Corona her roj li Tirkiyeyê bi dehan mirov dikuje. Bi sedan mirov jî bi şewbê dikevin. Li Wanê li ruxmê taluke û rîska vîrûsa Covît-19 jî dîsa gel beriya Cejna Remezanê berê xwe da kolanan. Di vê pêvajoya ku vîrûs dîsa belav dibe de, qelebalixiya li kolanan rîsk û metirsiya ku pêla vîrûsê zêdetir bibe zêde dike. Welatiyên Wanê beriya Cejna Remezanê li ruxmê talûkeya vîrûsê berê xwe dan kolanan. Gelek welatî bêyî detbîran bigirin û rûpoşan girê bidin li kolanê ne. Li kolanên mezin ên Wanê yên Cumhuriyet, Maraş zêdebûna mirovan û temasa fîzîkî balê dikişîne ser xwe.    Li Wanê heta niha heta niha 448 kes bi şewbê ketine.