Dayika Aştiyê Hava Kiran a 63 salî jî hat binçavkirin 2020-05-22 12:50:13 AMED- Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Hava Kiran jî di çarçovaya operasyona li Amedê de hat binçavkirin. Vê sibehê li Amedê li ser daxwaza dozgeriya Amedê polîsan bi ser malên siyasetmedaran de girtin. Di çarçoveya operasyonê de polîsan bi ser mala endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Hava Kiran a 63 salî de jî girt û lêgerîn pêk anî. Polîsan piştî lêgerînê Kiran binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Derbarê hinceta lêpirsînê de tu agahî nehatin dayîn.    KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN    Navên kesên di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin wihane: Endamên Avakara Komeleya Jinan a Rosa Narîn Gezgor û Ayla Akat Ata, Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad ( TJA) Gulcîhan Şîmşek û Zelal Bîlgîn, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Mehmet Arslan, endama Desteya Rêveber a Navenda (MYK) ya HDP’ê Ozlem Gunduz, Hevserokên Rêxistina HDP’ê yên Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya, endamê HDP’ê Mehmet Alî Altinkaynak, siyasetmedarên kurd Celal Yoldaş û Nazîle Tûrsûn, Rêvebera Komeleya Jinan a Rosa Fatma Gultekîn. Endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê Huseyîn Harman û Gonul Aslan, endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sevim Coşkun, endama Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Nevriye Çûr û endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran.